Peywira 3 endamên meclîsê yên HDP’yî hate desteserkirin
Li Şirnexê peywira 3 endamên meclîsê yên HDP’yî hate desteserkirin.
Li Şirnexê peywira 3 endamên meclîsê yên HDP’yî hate desteserkirin.
Wezareta Karên Hundir, peywira endamên Meclîsa Giştî ya Bajar a Şirnexê yên HDP'î Asûman Kulter, Sabrî Erdogmûş û Suleyman Adiyaman desteser kir. Ev her sê kes duh di serdegirtina malan de hatibûn destgîrkirin
Bi vê dûrxistinê re hejmara endamên meclisê yên HDP'î ku bi giştî 17 kes bûn, dakete 9'an. Bêriya niha jî 5 Endamên meclisê yên HDP'î ji peywirê hatibûn dûrxistin.