Peyama Leyla Guven li PE’yê hate xwendin

Peyama Leyla Guven a HDP’î ya di greva birçîbûnê de ye ku ji bo Konferasa 15’an a Kurd a li Parlementoya Ewropayê hatibû şandin hate xwendin.

Peyama Leyla Guven di panela dawî û rûniştina duyemîn a roja yekem a konferansê de hate xwendin.

Guven a bibîr xist ku li dijî desthilata faşîst li ber xwe dide got: “Hêviyên me ji dostên em yên Ewropî hene. Ji beriya her tiştî divê êdî dev ji terorîzekirina têkoşîna bi maf a heyîna gelekê berdin.”

Guven bang kir ku divê ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan jî biryarên girîng bên girtin û divê Komîsyona Pêşîlêgirtina Êşkence û saziyên din ên mafê mirovan bi lezgîn bikevin nava liv û tevgerê.

Peyama Guven wiha ye;

“Doza Kurd ya di nava sînorên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê de bi hemû hilweşînan didome. Kurd tevî polîtîkayên qirkirinê yên 100 salan li ser pêyan man û liberxwedan. Polîtîkayên îmah û înakrê yên hêzên desthilatdar yên navnetewî û herêmî yên li dijî Kurdan bê encam man. Têkoşîna azadiyê ya rewşa û mafdar a gelê Kurd gelek destekftiyên mezin bidestist. Têkoşîn û berxwedana bê hempa ya gelê Rojava ya li dijî komên çete DAÎŞ û El Qaîdeyê bandora xwe li hemû cîhanê kir. Daxwaza rewa ya gelê Kurd modela nû ya li Rojava ye. Tevî vê têkoşîna mafdar êrîş û daigirkeriya dewleta Tirk ya li dijî Sûriye û Rojava didome. Kesek vêya weke dagirkeriyê nabîne. Bêdengiya Ewropayê nayê qebûl kirin. Kozê dewleta Tirk a koçber û girtina çekan sedemê bingehîn ya bêdengiya welatên Ewropayê ye. Em gel li dijî desthilatdariya faşîst liberxwe didin. Hêviyên me ji dostên me yên Ewropî hene. Divê berî her tiştî vê têkoşîna gel weke terorîzmê nebînin û dev ji vê berdin.

Ev 28 roj in di greva birçîbûnê de me. Sedemê wê jî tecrîda giran a li ser Rêzdar Ocalan e. Daxwaza min ew e ku dawî li tecrîdê bînin. Tecrîd sûcekî dij mirovahiyê ye. Di normên hiqûqa navnetewî de jî tecr3id weke êşkenceyê tê dîtin. Rêzdar Ocalan bi komployekî navnetewî anîn Tirkiyeyê. Zêdetirî 20 sal e bi tena serê xwe li Girtîgeha Girava Îmraliyê de dimîne. Serî de ji mafên xwe yên hevdîtina bi malbat, parêzer sûd nagre. Rêzdar Ocalan îradeya siyasî ya gelê Kurd e. CPT û saziyên mafê Mirovan ên li Ewropayê berpirsyariya xwe ya di vê mijarê de pêknaînin. Rêzdar Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê bi sedan serlêdan, parêzname serî li DMM’ê ya ku hêza darazê ya Konseya Ewropayê ye da. Rêzdar Ocalan got; ‘Bikaranîna mafê parastinê erkekî hiqûqî, siyasî û exlaqî ye.’ DMME’yê di encama daraza bê adilane de li dijî gelê Kurd û Rêzdar Ocalan biryar da. Rêzdar Ocalan beriya vê biryarê gotibû;’Nêzikatiya DMME’yê bi vekirî di nava kêmahiyekê de ye û li gel vê jî darizandinekî ne adîlane pêşkêş dike.’ Ev pêşbiniya Ocalan rast derket. Gelê Kurd û Rêzdar Ocalan jî baş dizane ku Yekîtiya Ewropa dikare rolekî girîng di çareseriya aştiyane û demokratîk a doza Kurd de bileyze û van hêviyên em her dem tînin ziman.

Ji bo vê di konferansê de têkildarî mijara tecrîda giran a li ser Rêzdar Ocalan, divê gotubêj û biryarên girîng werin standin. Divê CPT û saziyên din ên mafê mirovan demildest bikevin nava tevgerê. Divê hemû kes berpisyariyên xwe yên mirovî û civakî pêk bîne.

Di serî de ji bo protestokirina nedîtina tecrîda giran a li ser Ocalan a CPT, saziyên navnetweyî û kûrkirina polîtîkayên tecrîdê ya hikûmeta AKP’ê min dest bi vê çalakiyê kiriye. Ji bo protestokirina sîstema êşkence, her kesên li dijî tecrîdê bêdeng in di grevê de me. Heta ku ev bi dawî bibe wê çalakiya min bidome. Serkeftinê ji hemû delegasyonan re dixwazim silav û rêz.”