Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya sala nû daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Peyama KNK'ê ya sala nû wiha ye;
"Saleke din, sala 2017'ê di gel hemû xweşî û nexweşiyên xwe ve tê oxirkirin. Li milê din jiyan bi hemû rûyên xwe ve, bi başî û xirabiyên xwe ve ber bi pêş diherike. Eve serê sedan salan e ku Gelê Kurd ji bo hebûnê, azadiyê, wekheviyê û jiyaneke bi rûmet tekoşînek mezin dide. Her demê ji bo gihiştina armanca rizgarî û azadiyê tê serf kirin bihadar e. Kurd û Kurdistaniyan ji kûrahiya dîrokê ve ji bo armanca mezin, bo rizgarî, azadî, wekhevî û jiyaneke şa û bextewar têkoşîn dayîne û ev pêvajo berdewam e. Gelê Kurdistanê hêj bi temamî negihiştiye van xwezî û daxwazên xwe yên rewa. Lê belê, her sal ji sala berê gaveke din nêzîkî vê armanca pîroz dibin. Her sal hêviya Kurdistaniyan zêdetir, geş û gurtir dibe. Çerxa demî di lehê xweziyên Kurdistaniyan de dizivire. Di pêşveçûna her xeleka demî de gelên Kurdistanê di dereceya kêm de jî be qazanc dikin.
'BI XURTBÛNA TÊKOŞÎNA GEL RE ÊRÎŞÊN DIJMIN JÎ ZÊDE DIBIN'
Dijmin û dagîrker hemû hêza xwe bi kar tînin ku herikîna demî di eleyhê Kurdan da encam bidin. Plan, proje û dek û dolabên dijmin û dagîrkeran her diçe zêdetir dibin. Hindî ku neteweyê me têkoşîna xwe bilindtir dike, dijmin jî hemû hêza xwe ya êrîşkar aktîve dike.
Di sala 2017'an de dagirkerên Kurdistanê îtîfaqa navxwe ya dijî Kurdan, nûvekirin û li Başûrê Kurdistanê ketin êrîşê. Ji ber xemsarî, bê amadekarî, bê îtîfaqî û bê startejiyek hevbeş ya Kurdistanî, mixabin Kerkûk û gelek deverên din ketin destê dijminan. Vê karesatê di dil û canê gelê me de birînek kûr vekir. Ev rewş barê me giran dike û ji bo zivirandina van deveran di sala 2018an de wezîfeke giran datîne pêşiya me.
'TÊKOŞÎNA AZADIYÊ DEWAM DIKE'
Li gel vê rewşê, li parçeyên din yên Kurdistanê têkoşîna azadiyê bi awayekî serketî berdewam e. Li Rojavaya Kurdistanê, di nava vê salê de sêrîde bajarê Reqa yê (ku DAIŞê ji xwe re weke paytet navdikira), bajarê Tepqa yê, bakura Dêrezorê û rojhilata çemê Firatê hate rizkarkirin. Rêveberiya Rojava û Bakura Sûriyê roj bi roj be bi federaliyê ve dimeşe. Hilbijartinên herêmî di nava vê salê de pêkhatin, ni ha jî hilbijartinên parlamentoyê di rojevê de ne. Xwebixwe rêvebirin, demokrasî û jiyana hevpar ya hemî pêkhateyan pêşdikeve.
Li Bakurê Kurdistanê, êrîşên dewleta Tirk di nava vê salê de jî bê navber berdewam kirin. Rayedarên dewleta Tirk îdîa dikirin û digohtin: heta meha Nîsana 2017'an em ê rêxistinê têk bibin û em ê hêza gerîla tune bikin. Li hember van êrîşên dijwar, di serî de hêzên gerîla û hemî dînamîkên gelê me, bi fedakarî û qehremaniyek mezin berxwedan û êrîşên wan bê encam hiştin û îdîayên man derewandin. Berxwedana îro li Bakurê Kurdistanê tê dayîn, çî li zîndanan, çi li qada siyasî de û çi li qada Gerîlla de, berxwedaneke pîroz û evsanewî ye. Dewleta Tirk di êrîşa xwe de ti pîvan, nirxên mirovatiyê, heq û huqoq li ber çavan negirtin û hemî pîvanên mirovatiyê binpê kirin. Herî dawî li Şehîdgeha Xerzan ê, 267 gorên şehîdan xirakirin û hestiyên wan jî rakirin û birin. Ev bê ehlaqî û bê miroviya dijmin, weke gelek êrîşên wan, wê vê carê jî bê bersiv nemîne. Dijmin wê di xilm û bê ehlaqiya xwe de bifetise û wê têk biçe.
'EM HÊVÎDAR IN XWEPÊŞANDANÊN LI ÎRANÊ Û ROJHILAT BIBIN SEDEMA GUHERTINEKE DEMOKRATÎK'
Li Rojhilatê Kurdistanê jî, gelê me xweparast û têkoşîna xwe berdewamkir. Mixabin di vî parçeyê welatê me de, di serê zivistanê de karesatekî erdhejê pêkhat, di bavde gund û bajar gelek dever xirabûn, gelek hemwelatiyên me jiyana xwe ji dest da û bû sedemê maxdûriyetek mezin. Li gel astengkirnên rejîma Îranê jî, gelê me bi dilekî germ û bi hevaltiyek xurt xwedî mexdûrên erdhejê derket. Evê rewşê rihê hevaltî û dostaniyê di nav gelê me de xurttir kir. Niha li seranserê Îranê û rojhilata Kurdistanê, dijê rejîma Îranê xwepêşandanên girseyî hene û rejîmê protesto dikin. Em hêvî dikin ev rewş, li Îranê bibe sedema guhertinekî demokratîk û li rojhilata Kurdistanê jî bibe bingeha azadî û aştiyê.
Di vê pêvajoya têkoşînê da ketûrabek bête jiyan jî, ji bo neteweya me nîşaneya demî ber bi pêş e. Sala 2017ê jî di xaneya Kurdan da demekî berzekirî nîne. Êrişkariya dijmin û dagîrkeran zerar û ziyan gihandibe xelk û welatê me jî, berxwedaneke efsanewî hatiye nîşandan û serketin dîsa ve ya gelê me bûye.
Di dawiya sala 2017'ê da muhasebeya navxweyî bê kirin, gelê Kurdistanê di gel hemû êş û jan û birîndariyan û her wisa şaşî û kêmasiyên di xebat û têkoşînê da rûdayî da, dîsa ve serkevtî bûne. Gotina serkevtinê kilîl e û divê em li ser vê gotinê hevbîr bin. Kurd di nav vê çembera agirî ya ku dijmin û dagîrkeran vêxistî da têkoşîna mayîneke bi rûmet didin û serkevtî ne. Çi dibe bila bibe divêt Kurd mutleq serbikevin. Çu rêyên dî nînin û di doza Kurdistanê da ji serkevtinê pê ve alternatîv nînin. Di vê serkevtina neteweyê me da dijminan rikeberiyên xwe dayîne aliyekê û dîsa ve li ser têkbirina destkevt û hebûna xelkê me planan çêdikin. Ji aliyê Kurdistaniyan ve îro armanc, têkbirina vî planê bêyûm yê dijmin û dagîrkeran e. Eve jî dê bi tifaqa navxweyî ya mezin çêbe. Kurd her bi çi rengî be divêt bi diyaloga navxweyî pirs û pirsgirêkên xwe çareser bikin û bi tifaqdarî van hewildanên dijmin û dagîrkeran serûbin bikin.
'GELÊ ME XWEDÎ ÎRADEYA SERKETINÊ YE'
Em wekî KNK gelek bi hêvî ne ku gelên Kurdistanê wê sala nû, sala 2018'ê bikine sala xebat û têkoşîneke mezintir û bilindtir. Paşeroja neteweya me ronahî ye û bi xebat û têkoşîneke fedakarane ber bi vê ronahiyê ve dem diherike. Destketên heyî, nîşandana îradeya serketinê bi serê xwe têrê dike ku gelê me hêvîdar be."