Peyama KCK'ê ya li ser 8'ê Adarê
Di daxuyaniya KCK'ê de hat gotin, xeta azadiya jinê, ku li ser xeta Sakîne Cansiz, Zeynep Kinaci, Gulnaz Karataş, Sema Yuce, Şîlan Kobanê, Arîn Mîrkan, Şîrîn Elemholî û Viyan Soran afirî, wê herêmê azad bike.
Di daxuyaniya KCK'ê de hat gotin, xeta azadiya jinê, ku li ser xeta Sakîne Cansiz, Zeynep Kinaci, Gulnaz Karataş, Sema Yuce, Şîlan Kobanê, Arîn Mîrkan, Şîrîn Elemholî û Viyan Soran afirî, wê herêmê azad bike.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "8'ê Adarê roja piştgirî û têkoşînê ya jinên kedkar ên cîhanê, li hemû jinan û mirovahiyê pîroz be. 8'ê Adarê êdî ji bo jinan ne tenê rojeke piştgirî û têkoşînê ye; veguheriye rojeke têkoşînê ya ji bo azadiya tevahiya mirovahiyê. Jin bûne xwedî wê hêzê, ku tevî xwe, dikarin tevahiya mirovahiyê azad bikin. Piştî ku ruhê azadiyê yê jinê deket holê, mifteya jiyana azad û demokratîk jî bi dest ket. Ji ber vê yekê, sedsala 21'ê wê bi ruhê azadiya jinê bibe sedsala demokrasî û azadiay civakî ya mirovahiyê.
Karaktera pir alî ya koledariya jinê û dijwariya zext û zordariyê dike, ku hişmendiya azadiya jinê û karaktera wê ya demokratîk berfireh, kûr û xurt bibe. Ev yek jî, têkoşîna demokrasî û azadiyê ya bi xeta aadiya jinê dimeşe, serketî û bi bandor dike. Têkoşîneke ku xwe bi karakterê demokratîk û xeta azadiya jinê xemilandiye, nepêkan e ku bê têkbirin."
'XETA APOYÎ ÇARE JI HEMÛ PIRSGIRÊKAN RE DÎTIYE'
KCK'ê bal kişand ser xeta azadiya jinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev nirxandin kir:
"Rêber Apo, di têkoşîna azadî, demokrasî û sosyalîzmê de, ku bi lêgerîna azadîparêzî û şoreşgeriya mezin da destpêkirin, dît ku azadiya rastî, demokrasiya rastî û civakîbûna rastî bi azadiya jinê, bi karaktera demokratîk û civakî parêz a jinê dibe. Lewma xeta azadiya jinê kir hêza bingehîn û ruhê hemû têkoşînan. Xeta sosyalîzm, demokrasî û azadiyê afirand, ku dema ji vê xeta azadiya jinê li demokrasî, azadî, dîrok û mirovahiyê tê temaşekirin, çare ji hemû pirsgirêkan re peyda dibe. Xeta siyasî û îdeolojîk a Rêber Apo, ne tenê ji bo gelê Kurdistanê, îro ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bûye hêvî. Sedema pêkhatina vê jî ew e, ku ev xet, bi ruhê azadiya jinê ava bûye. Rêber Apo di nava vê xetê de çare ji tevahiya pirsgirêkên mirovahiyê re dîtiye. Ji ber ku hemû nexweşî û pirsgirêkên dîroka mirovahiyê ji koledariya jinê dest pê kiriye, çareserî jî di vir de dîtiye.
'JINÊN KURD VEGUHERÎNE PÊŞENGÊN AZADIYÊ'
Eger têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd pêl bi pêl mezin dibe û vediguhere pêşengê azadiya jinên Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê, sedem ew e ku xwe gihandiye bingeheke dîrokî, rêxistinbûn û teoriyeke hevgirtî. Bi vîr rengî pêşî li wê vekir, ku têkoşînên jinan ên li cîhanê bibin xwedî bingeheke rêxistinî û teorîk û bi hevgirtinê serketinê bi dest bixin. Êdî ti hêzeke paşverû nikare li ber xurtbûna têkoşîna jinê li gelemperiya cîhanê bisekine. Bicihbûna têkoşîna azadiya jinê li ser bingeha dîrokî û teorîk, wê mirin sîstema bi serdestiya mêr nêz bike. Modernîteya kapîtalîst çiqasî hewl bide koledariya jinê binixumîne jî, li lpêşberî têkoşîna heyî, êdî mîna berê wê nikaribe pêşî li têkoşîna azadiya jinê bigire, nikaribe bê bandor bike. Sîstema bi serdestiya mêr dibîne ku xeta azadîparêziya jinê wê dawî li sîstema mêtînger a desthilatdarparêz a dewletê bîne û ji bo pêşî li têkoşîna azadiyê ya li ser bingeha îdeolojiya jinê tê meşandin bigire, serî li rê û rêbazên cuda dide. Lê belê nepêkan e ku encamekê ji vê bigire.
Êdî nepêkan e ku têkoşîna sosyalîzm, demokrasî û azadiyê ku têkoşîna azadiya jinê ya bi teorî û îdeolojiya azadiya jinê mohra xwe lê xistiye, ji niha û pê ve bê astengkirin. Tevî ku sîstema bi serdestiya mêr car carna êrîş dike û hin gavan davêje jî, têkoşîna azadiya jinê wê bi xumxumî her biherike. Weke ruhê têkoşînên demokrasî û azadiyê, wê sîstemên bi serdestiya mêr ji holê rake û mirovahiyê bigihîne rastiya demokrasî, sosyalîzm û azadiyê ya bi ruhê azadiya jinê.
'XWE BI RÊXISTIN BIKE, BIBE YEK, TÊBIKOŞE, AZAD BIBE!'
Jinên Kurd di 8'ê Adara 2017'an de bi şiyara 'xwe bi rêxistin bike, bibe yek, têbikoşe, azad bibe' banga geşkirina têkoşîna azadiyê û bicihanîna rola dîrokî ya pêşengiyê û ruhê hemû têkoşîna kirine.
Jinên Kurd îro bûne pêşengên têkoşîna azadiya jinê ya li Rojhilata Navîn, Desthilatdariya AKP-MHP'ê jî, weke pêşengê dijminatiya li demokrasî û azadiyê ya li Rojhilata Navîn, di şexsê jinên Kurd de şer li dijî têkoşîna azadiya jinê ya li Rojhilata Navîn û cîhanê îlan kiriye. Li ser vê bingehê em bang li hemû jinên Kurd, Tirkiyeyî û Rojhilata Navîn dikin, ku li dijî desthilatdariya AKP-MHP'ê ya dijminê sereke yê azadiya jinê ye têkoşînê bilind bikin, desthilatdariya dijminê azadî û demokrasiyê ya li Tirkiyeyê hilweşînin, têkoşîna azadî û demokratîk a li ser bingeha xeta azadiya jinê li tevahiya Rojhilata Navîn geş bikin.
Xeta azadiya jinê, ku li ser xeta Sakîne Cansiz, Zeynep Kinaci, Gulnaz Karataş, Sema Yuce, Şîlan Kobanê, Arîn Mîrkan, Şîrîn Elemholî û Viyan Soran afirî, wê li ser bingeha dîrokî ya Rojhilata Navîn ji sedî sed bi pêş ve biçe û tevî jinan hemû gelên Rojhilata Navîn azad bike."