Pethrûs: Erdogan penaberan ji bo desthilatdariya xwe bi kar tîne

Wekîla Swêdî Desîree Pethrûs got, "Erdogan penaberan ji bo parastina desthilatdariya xwe bi kar tîne. Di heman demê de dixwaze aramiya Ewropayê xera bike. Li Tirkiyeyê rewşa aborî zêde nebaş e."

Desîree Pethrûs seroka Komîteya Piştgiriya Mafên Mirovan a li Tirkişyeyê (SSKT) ye, ku 8 partiyên li Parlamenta Swêdê lê tên temsîlkirin. Pethrûs di heman demê de endama Komîsyona Parlamenta Ewropayê ya Xiristiyanên Demokrat e.

Pethrûs bal kişand ser rewşa li Tirkiyeyê û got, "Rewş ber bi aliyê neyînî ve diçe. Me binpêkirina mafên mirovan û binpêkirina azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê gelek caran xistin rojeva parlamentê û medyayê. Tirkiye yek ji wan welatên sereke ye ku li tevahiya cîhanê herî zêde rojnamevan lê girtî ne. Mamoste, rewşenbîr, xebatkarên cemaweriyê jî di nav de bi hezaran mirov girtî ne."

DÛRXISTINA JI WEZÎFEYÊ YA ŞAREDARAN, ÊRIŞEK YEKSER A LI DIJÎ DEMOKRASIYÊ YE

Pethrûs bi bîr xist ku hin ji şaredarên di hilbijartinên 31'ê Adara 2019'an de hatin hilbijartin bi sûcdariyên bêbingeh ji wezîfeyê hatin dûrxistin û li şûna wan karmendên dewletê yên nêzî AKP'ê hatin tayînkirin.

Pethrûs got, "Em, dûrxistina şaredaran ji wezîfeyê û girtina wan weke êrişeke yekser a li dijî demokrasiyê dibînin. Mafê wan bû ku tevlî hilbijartinê bibin û bi dengê gel hatin hilbijartin. Erdogan û hikumeta AKP'ê, şaredariyên ku di hilbijartinê de winda kirin bi rêya qeyûman ji HDP'ê stand. Ev nayê qebûlkirin."

TIRKIYEYÊ PEYMANA BI YEKÎTIYA EWROPAYÊ RE BINPÊ KIR

Pethrûs bal kişand ser krîza penaberan a navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê û got, "Bi navê SSKT ez nikarim di vê mijarê de tiştekî bêjim. Lê belê weke Demokratên Xiristiyan em di wê baweriyê de ne ku Tirkiyeyê peymana di 18'ê Adara 2016'an de bi Yekîtiya Ewropayê re îmze kir binpê kir. Yekîtiya Ewropayê di berdêla parastina sînoran de barê piştgiriya ji bo penaberên li Tirkiyeyê da ser milê xwe. Em penaberên di ser Yewnanistanê re tên radestî Tirkiyeyê dikin. Min hejmara penaberan lêkolîn kir ên piştî îmzekirina peymanê hatin welatên Yekîtiya Ewropayê. Di ser Yewnanistanê re 2 hezar û 500 kes ji bo penaberiyê serlêdan kirin. Ev radestî Tirkiyeyê hatin kirin. Li şûna vê jî Yekîtiya Ewropayê 26 hezar penaber qebûl kir. Bi gotineke din Yekîtiya Ewropayê hejmareke gelekî zêde ji yên radest kiriye, penaber qebûl kir."

Pethrûs bal kişand ser alîkariya madî ya Yekîtiya Ewropayê ji bo Tirkiyeyê û got, "Heta niha ji 6 milyar Euro yên ku ji bo Tirkiyeyê soza wê hate dayin 5.6 milyar hatin radestkirin. Lê belê Erdogan ji bo hîn bêhtir pereyan werbigire zextê li Yekîtiya Ewropayê dike."

ERDOGAN JI BO PARASTINA DESTHILATDARIYA XWE, PENABERAN BI KAR TÎNE

Pethrûs bi bîr xist ku Erdogan çend roj berê bi rayedarên Yekîtiya Ewropayê re hevdîtin kir û got, "Ez ne bawer im ku heta 25'ê Adarê beriya civîna bilind a Yekîtiya Ewropayê li ser penaberan peyamenek nû bê amadekirin. Erdogan penaberan ji bo parastina desthilatdariya xwe bi kar tîne. Di heman demê de bi şandina penaberan re dixwaze Ewropayê nearam bike. Di vê navberê de jî dixwaze hîn bêhtir pereyan werbigire. Aboriya li Tirkiyeyê zêde nebaş e."

Pethrûs destnîşan kir ku Erdogan bi bikaranîna penaberan dixwaze Yekîtiya Ewropayê tevlî şerê navxweyî yê Sûriyeyê û şerê li Idlibê bike û ragihand ku di krîza penaberan û şerê li Sûriyeyê de berpirsyariya Tirkiyeyê heye.