Pêşnûme qanûna ji dêvila Rewşa Awarte hate qebûlkirin
Pêşnûme qanûn hate qebûlkirin ya ku ew ê têkeve şûna Rewşa Awarte ya ku li Tirkiye û Kurdistanê di 16’ê Tîrmeha 2016’an de hatibû îlankirin.
Pêşnûme qanûn hate qebûlkirin ya ku ew ê têkeve şûna Rewşa Awarte ya ku li Tirkiye û Kurdistanê di 16’ê Tîrmeha 2016’an de hatibû îlankirin.
Pêşnûme qanûna ku têkildarî zagonên piştî Rewşa Awarteyê ne, li Lijneya Giştî ya Meclîsê hate qebûlkirin. Rewşa Awarte ya ku bi awayê fermî di 18’ê Tîrmehê de bi dawî bû, bi vê pêşnûme qanûnê re ew ê bi ‘rayeyên super’ ên ku dane waliyan wê bi 3 salan bidome.
Bi vê pêşnûmeyê re ew ê walî bi şertê ku 15 rojan derbas neke, wê nehêle ku kesên gumanbar têkevin bajêr an jî derkevin. Di heman demê de ew ê karibe li hin cihan û di hin saetan de ger û kombûna kesan asteng bike.
Bi vê pêşnûmeyê re tenê bi destûra serokkomar ew ê lêpirsîn li wezîr û alîkarên serokkomar were vekirin.
Bi vê guherandinê de dema destgîrkirinê ji 24 saetan derket 48 saetan û di sûcên komî de ew ê 4 roj be. Heke pêdivî were dîtin ew ê dema destgîrkirinê ya 48 saetan dikare bibe 6 roj û dema destgîrkirinê ya sûcên komî jî dikare bibe 12 roj.
Di Rewşa Awarte de 140 hezar kes hatibûn îxrackirin. Kesên ku ji zanîngehan hatibûn îxrackirin ew ê nikaribin vegerin karên xwe û kesên ku bi KHK û bi zagonên nû re hatibûn îxrackirin jî ew ê nikaribin vegerin ser karê xwe. Leşker û polîs piştî ku hatin îxrackirin û vegerin ser karê xwe jî ew ê nikaribin di cihên girîng de werin peywirdarkirin.
Wekî Rewşa Awarte ew ê îxrackirin bi qasî 3 salan were domandin û ev îxrac ew ê di Rojnameya Fermî de neyê weşandin.
Bi destpêkirina qanûnê re ji dêvila ‘Rewşa Awarte ya fermî’ ya ku di 18’ê Tîrmeha 2018’an de bi dawî bû, ew ê ‘Serdema Rewşa Awarte ya mayînde’ were destpêkirin.