Pêşmerge li Çûkobîrlîkê tên sekinandin

Pêşmerge li Çûkobîrlîkê tên sekinandin

Li ser xeta sînor a ku pêşmerge wê jê derbasî Kobanê bibin, liv û tevgera leşkerî heye. Girên jê deriyê sînor û Kobanê tê dîtin, li sivîlan hatin qedexekirin.

Piştî hatina koma destpêkê ya Pêşmergeyan re, ji danê sibê û vir ve li navçeyea Pirsûsê liv û tevgera leşkerî tê jiyîn. Koma Pêşmerge ya ji 85 kesan ku nîvê şevê saet di 02:30 de hat Balafirgeha GAP'ê ya Rihayê, li Tesîsên Çûkobîrlîk ên li ser rêya bejahî ya ber bi Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê tên rawestandin. Gelek saziyên çapemeniyê yên dixwazin derbasbûna Pêşmergeyan bi awayekî zindî biweşînin, wesayîtên weşana zindî li herêmê bicih kirine.

Liv û tevgera leşkerî bi giranî li Girên jê Deriyê Sînro ê Murşîtpinarê û Kobanê tê dîtin, heye. Girên mijara gotinê li sivîlan hatiye girtin. Tevî qedexeya 4 rojan a li Girê Medresatê, li girên din maşînên zirxî yên leşkerî hatin bicihkirin û destûr ji derbasbûna sivîlan nayê dayîn.

Piştî hatina koma duyemîn a Pêşmergeyan tê payîn ku Pêşmerge di saetên pêş de derbasî Kobanê bibin.