Pêşbirka Xelatan a Rojnamegeran a Mûsa Anter

24.Xelatên Rojnamegeriyê ya Şehîdên Çapemeniya Azad û Mûsa Enter, ji aliyê Cemiyeta Rojnamegerên Azad ve tê dayin.

Serlêdana Xelatên Çapemeniya Azad û Mûsa Anter dest pê kir. Şartnameya Xelatên Rojnamegeriyê yên Şehîdên Çapemeniyê û Mûsa Anter ya sala 2016'an diyar bûn.

Cemiyeta Rojnamegerên Azad her sal bi navê, "Xelatên Rojnamegeriyê yên Şehîdên Çapemeniyê û Mûsa Anter" pêşbirkê li dar dixe.

* Pêşbirk bi zimanên Kurdî û Tirk tê li darxistin.

* Pêşbirk di 6 kategoriyên wekî; 'Nûçeyên Kurdî", "Nûçeyên Tirk ", "Nûçeyên Bi Dîmen", "Wêne", "Karîkatûr" û 'Nûçegihaniya Jinê ya Gurbet Elî Ersoz' de tê lidar xistin.

* Di her kategoriyê de tenê xelatek tê dayîn. Ku jûrî guncaw bibîne dikare xebatên serkeftî bi rûmetdariyê binirxîne.

* Beşdar di kategoriyekê de herî zêde dikare bi berhemekî beşdar bibe.

* Nirxandinên têkildarî kategoriyan li gel xebatên rasterast ji pêşbirkê re hatine şandin, wê pêşniyarên lijneyên pêşnimandinê ji li ber çavan bên girtin û wisa bên kirin.

* Xelata kategoriyên Nûçegihaniya Jinê ya Gurbet Elî Ersoz, Nûçeya Kurdî, Nûçeya Tirk , Nûçeyên Bi Dîmen, Wêne û Karîkatûrê 5.000 TL ye.

*Berhemên hatine şandin paşve nayên dayîn û girêdayî destûra cemiyetê wê bi karibe bên weşandin.

*Divê berhem herî dereng heya 10'ê îlona 2016'an divê bê şandin. Berhemên ku hêjayî xelatê bên dîtin, wê di 20'ê Îlona 2016'an de bên eşkerekirin. Xelat wê bi merasîmeke ku di 24'ê Îlona 2016'an de bê li darxistin bên dayîn.

* Pêwiste ku berhem bi rêya APS, kargo an jî bi awayek tahaûdî bên şandin. Ji windabûna berhemên ji bilîvan rêyan, birêyek din hatineşandin winda bibin, berpirsyar kesê ku berhem şandiye ye.

ŞERTÊN TEVLIBÛNÊ

* Hemû kesên şert û mercên di şertnameyê de hatine diyarkirin bicih bînin, dikarin tevli pêşbirkê bibin.

* Endamên juriyê (sala di lijneya juriyê de bin) û rêveberên Cemiyeta Rojnamegerên Azad ên bi hilbijartinê hatine ser kar nikarin tevli pêşbirkê bibin.

* Berhemên ji pêşbirkê re tên şandin wê an nehatibin weşandin û an jî piştî 10'ê Îlona 2015'an hatibin weşandin.

* Beşdar dikarin bi berhemên xwe yên di pêşbirkek din de hatine pêşandan lê xelat û mansiyon negirtine jî tevli pêşbirkê bibin.

* Ku derkeve holê xelatê berhemê di pêşbirkek din de mafêxelat, mansiyon û pêşandanê girtiye, wê der barê beşdar de biryara binpêkirina pîvanan bê dayîn û xelat wê bê betalkirin. Ku xelat hatibe girtin, divê beşdar xelatê paşve bide. Ev rewş ji bo beşdarên din tu mafên nû dernaxe holê.

* Ger beşdar berhema ku aydîwî/ê nîne wekî aydî xwe bide nîşandin, hemû hewldanên xapandin û di bin bandorê de hiştina juriyê bên tespîtkirin, wê ji aliyê juriyê der barê beşdar de biryara şertên tevlibûnê binpêkiriye bê dayîn.

*Hemû beşdar ku berhemên xwe bi şînin pêşbirkê ev tê wê wateyê ku şertên tevlibûnê qebûl kirine. Kesên ku şertên tevlibûnê neynin cih, ji pêşbirkê tên derxistin.

* Ku berhem nehati beweşandin, pêwist e ku navê berhemê, cih û dema kişandin/xêzkirina wê, ku hatibe weşandin jî, rojname, kovar, ajans, malpera înternetê, TV'a tê de hatiye weşandin, dema weşandinê û kopiyek berhemê ya ji van weşanan hatiye girtin bê şandin.

* Beşdar di vî forma serlêdanê (yên formê neşînin divê kurtejiyan, navnîşanên ragihandinê û agahiyên der barê berhemê de wekî nivîsek bixin nav dosyayê) ya di nav nişana www.ozgurgazetecilercemiyeti.org dagirin û bi wêneyekî (1) bixin dosyaya serlêdanê.

* Beşdar dikarin berhemên xwe piştî îlankirina pêşbirkê bi rêya postayê bi awayek çapkirî û an jî di hawira dijîtal (CD/DVD/FLAŞ DÎSK) de, herî dawî heta 10'ê îlona 2016'an seat 17.00'an bişînin navnîşanên hatine kifşkirin.

ŞERTNAMEYA TEKNÎKÎ

Nûçeyên Kurdî

* Beşdar dikarin di qadên wekî polîtîka, aborî, ekolojî, perwerde, tendirustî, jiyan û civak, çand û huner, spor û hwd tevli pêşbirkê bibin.

*Pêwiste nûçe wekî 5 (pênc) nûsqeyan bê amadekirin û şandin.

NûçeyênTirk

* Beşdar dikarin di qadên wekî polîtîka, aborî, ekolojî, perwerde, tendiruistî, jiyan û civak, çand û huner, spor û hwd tevli pêşbirkê bibin.

*Pêwiste nûçe wekî 5 (pênc) nûsqeyan bê amadekirin û şandin.

Nûçegihaniya Jinê ya Gurbet Elî Ersoz

* Beşdar dikarin di qadên wekî polîtîka, aborî, ekolojî, perwerde, tendirustî, jiyan û civak, çand û huner, spor û hwd tevli pêşbirkê bibin.

*Pêwiste nûçe wekî 5 (pênc) nûsqeyan bê amadekirin û şandin.

Nûçeyên Bi Dîmen

*Beşdar dikarin di qadên wekî polîtîka, aborî, ekolojî, perwerde, tendirustî, jiyan û civak, çand û huner, spor û hwd tevli pêşbirkê bibin.

*Beşdar berhema xwe ya vê beşê bi hawira dîjîtal (CD/DVD/FLAŞ DÎSK) amade bike, agahiyên wekî; mijara berhemê, dîroka amadekirinê, TV an jî malpera ku hatiye weşandin li ser zêde bikin û wisa bişînin pêşbirkê.

Wêne

* Pêwist e ku bi etîketekê navê berhemê li ser quncikê jêr ê çepê yê berhemê bê nivîsandin.

Cih û dema kişandinê û navê nûçeyê bê nivîsandin.

* Divê berhemên di kategoriya wêneyê de tên şandin, ji aliyê ebatî ve wiha be: Aliyê kin herî kêm 2000 pîksel, dahûraneriya wê 300 dpî û asta şidandina wê12 be.

* Ku jurî pêwistî bibine, dikare ji beşdaran orjînala (Raw) wêneyê jî bixwaze.

* Wêneyê li ser hatiye lîstin û reseniya wê (ji bilî ronahî, reng û eyarên kontrastê) hatiye xirab kirin wê li ber çavan neyên girtin.

Karîkatûr

* Pêwist e ku li ser quncikê çepê yê milê piştê yê karîkatûrê bi etîketekê navê berhemê bê nivîsandin.

* Xêzker di bikaranîna teknîkê de serbest e. Lê divê berheme orjînal be. Bi şertê ku hunermend îmze bike (îmzeya şil) dikare berhemên dijîtal jî bişîne.

* Pêwist e ku ebadên karîkatûrê A4 (21×29.7cm) her îzêde A3 (29.7x42cm) bibe. Divê berhem li ser ti zemînan nehatibe zeliqandin.

LIJNEYA BIJARTINÊ

Juriya Nûçeyên Kurdî

Hatîce Kamer, Zehra Tûnç, Fehîm Işik, Ramazan Olçen, Ertûş Bozkûrt

Juriya Nûçeyên Tirk

Ayşe Yildirim, Kûmrû Başer, Tûgrul Eryilmaz, Fatîh Polat, Huseyîn Aykol

Nûçegihaniya Jinê ya Gurbet Elî Ersoz

Ayşe Dûzkan, Berat Gunçikan, Burcû Karakaş, Mekiye Gorenç, Semîha Alankûş

Juriya Nûçeyên Bi Dîmen

Ayşenûr Arslan, Banû Guven, Gokhan Bîçîcî, Zeynel Dogan, Hamdî Akyol

Juriya Wêneyan

Kamîl Firat, Sebatî Karakûrt, Ramazan Oztûrk, Mûrat Sezer, Çetîn Altûn

Juriya Karîkatûran

Semra Can, Gulay Batûr, Kemal Gokhan Gurses, Dogan Guzel, Halîl Încesu

Forma Serlêdanê

Navnîşan

Cemiyeta Rojnamegerên Azad

Taxa Peyasê Kolana Hejmar 249 No: 17 Peyas/Amed

Ozgür Gazeteciler Cemiyetî

Peyas Mah. 249 Sok. No:17 Kayapinar-Diyarbakir

Posteya Elektronîk:

[email protected]

[email protected]

Navnîşana Web:

ozgurgazetecilercemiyeti.org

ozgurgazetecilercemiyeti.com

Telefonên Têkiliyê

Hakkî Boltan: 0507 214 80 69

Nevîn Erdemîr: 0552 228 52 30

*Xelatên Rojnamegeriyê yên Şehîdên Çapemeniyê û Musa Anter ji sala 1993'an vir ve ji aliye saziyên çapemeniya azad ve tên dayîn, wê îsal jî xelatji aliye Cemiyeta Rojnamegerên Azad ve werin dayîn.