Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar cardin hatin hilbijartin
Di 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin a HDP’ê de Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar ji bo Hevserokatiyê careke din hatin hilbijartin.
Di 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin a HDP’ê de Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar ji bo Hevserokatiyê careke din hatin hilbijartin.
5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî dengdayîna delegeyan a ji bo hevserokan bi dawî bû. Ji nav hezar û 50 deleqeyan 806 delegeyan dengê xwe bi kar anî.
Piştî dayîna dengan, bi 797 dengan Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar û Meclîsa Partiyê (PM) ya bi 100 kesî ya esil û 50 kes jî cîhgir û Lijneya Dîsîplînê ya Navendî û Lijneya Lihevkirinê hatin hilbijartin.