BI DÎMEN

‘Pereyê ku ji şer re tê xerckirin, pereya ku ji bo nan nayê xerckirin e’

Endama MYK’ê ya DEM Partiyê li dijî polîtîkayên aborî, şer û nîjadperest ên desthilatdariya faşîst bal kişand ser veguherîna demokratîk û got, “Pereyê ku ji şer re tê xerckirin, pereya ku ji bo nan nayê xerckirin e.”

KAMPANYAYA NAN Û EDALETÊ

Endama MYK’ê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) û Cigîra Hevseroka Giştî ya Komîsyona Kedê Sevtap Akdag têkildarî Kampanyaya Nan û Edaletê ji ANF’ê re axivî.

Sevtap Akdag diyar kir ku Kampanyaya Nan û Edaletê ku wê 19’ê Tîrmehê bidin destpêkirin, wê veguhere xeta têkoşînê û ev tişt got: "Em dixwazin bernameyeke têkoşînê ava bikin ku li bajarên cuda li gorî dînamîkên bajêr têkilî bi cihên pirsgirêk re deynin, em bi wan re bicivin, daxwaz û pirsgirêkên wan biaxivin û bi hev re pêşniyarên çareseriyê biafirînin, bi rêveberiyên xwe yên xwecihî ve li cihê ku em ê bibin hêza çareseriyê bibin mudaxîl, meseleyên ji xeynî wan jî veguherînin pirsgirêkeke siyasî ya navendî û li meclîsê, li kolanan, li her derê ku pêwîst bike bi awayekî bandor derxin pêş."

Sevtap Akdag anî ziman ku mijara mûçeya kêmane yek ji mijarên wan ên sereke ye û anî ziman ku di encama polîtîkayên aborî yên desthilatdariyê de gihîştina pêdiviyên bingehîn jî bêderfet bûye. Akdag wiha got: “Di polîtîkayên 10 salên dawî de bi taybetî pêvajoyeke giran a xizaniyê hat pêkanîn. Îro mûçeya kêmane ku di meha Çileyê de hat diyarkirin 17 hezar lîre ye. Di 5 mehên dawî de ev reqem ji ber enflasyonê ket 13 hezar lîre. Heta dawiya salê wê bibe çend? Wê dakeve 10 hezar lîre. Di vê navberê de bihayê tiştan giran dibin. Bihaya elektîrîk, av, gaza xwezayî giran dibe. Ji ber vê yekê polîtîkayeke aboriyê ku her kesî birçî dihele heye.”

Sevtap Akdag bal kişand ser polîtîkayên şer ên desthilatdariyê û got: “Li hemû herêmê polîtîkayeke şer a pir cidî didomînin. Li hemû herêmê, li derveyî welat bi dehan qereqol ava kirine û bi berdewamî ji bo operasyonên derveyî sînor û yên wekî wan pere xerc dikin. Pereyê ku ji şer re tê xerckirin, pereya ku ji bo nan nayê xerckirin e. Lewma em ê bi sernavê Nan û Edaletê li hev bicivin.”

Sevtap Akdag wiha berdewam kir: “Ji bo veguhertineke demokratîk û avakirina welatekî ku her yek ji me bikaribe lê jiyan bike, pêwîstiya me bi veguherînê heye. Kampanyaya me ya Nan û Edaletê jî ji bo wê ye ku em pirsgirêkan di cihê wê de bibînin.”