‘Pêngava destpêkê divê serbest berdana girtiyên nexweş be’

‘Pêngava destpêkê divê serbest berdana girtiyên nexweş be’

Ji girtiyên nexweş ê hate berdan Mûrşît Aslan da diyarkirin ku, têkildarî ‘pêvajoya çareseriyê’ pêngava destpekê ku pêwîste hikumet bi avêje serbest berdana girtiyên nexweşe. Aslan tîne ziman ku, “Ez ji serbest berdana xwe bigûmanim. Ji ber ku ez weke mijolkirin û xapandinê dibînim. Pêwîste demildest hemû girtiyên nexweş bêne berdan.” Birayê girtiyê nexweş Mehmet Emîn Akdag, Remezan Akdag jî wiha axivî: “Me got dibe ji ber pêvajoya aştiyê bêne berdan, lê belê hêjan pêngavek nehatiye avêtin. Netenê birayê min; ez dixwazim hemû bêne berdan.”

Mûrşît Aslan ji doza PKK’ê girtîbû û di mehên borî de ji Girtîgeha Metrîs hatiye berdan. Aslan ku ji navikê pêde sedê sed felce, niha dixwaze girtiyên nexweş ên hevalên wî bêne berdan.

ASLAN: SERBEST BERDANA ME TENÊ BIGÛMANE

Mûrşît Aslan ji ANF’ê re axivî û serbest berdana xwe bibîranî û got: “Birastî serbest berdana min û hinek hevalên min ên nexweş necihê keyfxweşiyê ye. Ev netiştekî başe ji bo hikumet û serokwezîr. Ji ber ku em pir baş dizanîn ku, gelek hevalên me ên di rewşa min de heyî û tengasiyên mezin di zindanê de jiyan dikin hene.”

Aslan beriya çend mehan serbest berdana xwe û çend hevalên xwe ên nexweş “bigûman” dibîne û wiha axivî: “Eger samîmîbin, dê hemû girtiyên nexweş serbest berdaban. Serbest berdana min û çend hevalên min ne hewildanekî di çarçoveyekî giştî de ye. Ji bo mijolkirin û rê lê girtina bertekên civakê ye. Di rastiyê de em ji serbestberdana xwe keyfxweş nebûn, ji ber ku xapandine. Ez hikumet, dewlet û wezaretê rast nabînim.”

Aslan da zanîn ku, tu girtiyên nexweş neketine hestekî “dilşewitînê û hêvî jêkirinê.” Her wiha Aslan wiha berdewam kir:

‘GIRTIYÊN NEXWEŞ XWE WEKE PERÇEYEK JI PÊVAJOYÊ DIBÎNIN’

“Ez ji dema xwe dizanim ku; ji tu kesê hêviyan nakin, rica nakin. Em tucaran neketin rewşek û ruhekî wiha. Girtiyên nexweş hînbêhtir rewşa xwe girêdayî ‘pêvajoya çareseriyê’ dikin û diparêzin. Yanî ji ber ku em xwe weke perçeyek ji çareseriyê dibînîn, em difikirîn ku serbest berdana me dê girîng be. Ji ber ku me dît ku, zindan aliyê pêvajoyê yê herî girîng û bibandore. Di hevdîtinên ku li gel Birêz Ocalan hatin kirin de, me ev fêm kir û me di vê xalê de bendewariyên xwe pêşxistin. Ne ji ber girtiyên nexweş êdî ji ber pirsgirêkên xwe yên fîzîkî îdare nakin; ji ber pêwîstiya pêvajoyê serbest berdana xwe girîng dibînin. Hikumeta AKP’ê jî pêwîste hem vê berçav bigire û hem jî di aliyê hiqûqî de pêwîste bilezgîn girtiyên nexweş berde.”

Aslan dide diyarkirin ku, di aliyê ‘pêvajoya çareseriyê’ jî AKP inceq pêngavên pratîk bi avêje ‘samîmî’ bêdîtin û got: “Serbest berdana girtiyên nexweş yek ji pêngavên herî hêsaniye bê avêtin. Eger di aliyê pêvajoyê de xwestekekî cidî hebe, divê ev pêngava pratîk bê avêtin. Bi gotina li Amedê dê ‘zindan vale bin’ nabe; dê kengê vale bibin? Ez jî li cihê rûniştî dibêjim bila zindan vale bibin. Lê belê kengê? Dibêje ‘ên li çiyan dê bêne xwar’. Ma her li çiyayan nabin, ez jî difikirim ku dê rojekê her bêne xwar, lê belê tiştên ku vê bide pêkanîn hewildanên hikumetê ne. Erdogan li Amedê servekirî axivî. Li gorî min, ev gotina polîtîk ya hatî amadekirin ji bo serê civakê tevlîhev bike hatiye gotin. Siyasetmedarekî cidî pêwîste gotina xwe zelal bike û pêngavan bi avêje.”

‘EGER CIVAK HÊZA XWE NÎŞAN BIDE…’

Aslan bilêv dike ku, hikumet dixwaze “saftiya Îslamî û qurnaztiya polîtîk” bike yek û civakê birêve bibe. Aslan anî ziman ku, “Birastî eger AKP dixwaze ji bo pêvajoyê bibe hêz, bila li gorî rastiya Îslamiyetê tevger bike, yan jî li gorî sîstemên şaristanî tevger bike. Lê belê polîtîkayê dervey ol û zanistê jî dike.”

Aslan têkildarî mijara girtiyên nexweş bang kir ku, civak înîsiyatîfê bigire û da diyarkirin ku, bi bertekek mezin ya civakê hikumet dê neçarî çareseriyê bibe.

“Dema ku ez li girtîgehê jî bûm hêviya me ji hikumetê nebû, hêviya me ji civakê hebû. Pêwîste bi awayek cidî rayagiştî ji bo maf-hiqûqê xebatê bike. Di encamp de AKP ji mirovan pêktê, têkiliyên wê ên polîtîk, aborî, civakî û çandî hene. Civak jî ji hêza wê bandor dibe. Girtî ji daxuyanî û kirinên dewlet û hikumetê zêdetirî, girîngiyê dide rêxistina rayagiştî. Eger civak hêza xwe nîşan bide, pêngava ku destpêkê hikumet bi avêje dê serbest berdana girtiyên nexweş be.”

AKDAG: HEMÛ GIRTIYÊN NEXWEŞ SERBEST BERDIN

Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Akdag ji sedê 80 felce; bi sandelyeya tekelên wê heyî jiyana xwe berdewam dike. Li Girtîgeha Tîpa E ya Elbistanê de bû, niha li Girtîgeha Umraniyeyê ye.

Birayê girtiyê nexweş Mehmet Emîn Akdag, Remezan Akdag ji ANF’ê re axivî û got: “Ez li Wanê dimînim. Rewşa min baş nîne, ez herdemê nikarim biçim hevdîtinê. Berê nêzbû, ez diçûm lê niha nikarim biçim.”

Birayê Akdag bibîrxist ku, herî dawî roja Yekşemê bi telefonê axiviye û anî ziman ku, “Rojên Çarşemê telefon vedikir, niha dane rojên Yekşemê. Li ser sandelyeya bitekerleke, bi alîkariya hevalên xwe dilive. Di telefonê de got nayê derman kirin. Ji min re got, ‘ne min derman dikin ne jî tiştekê dibêjin, rewşa min baş nîne’. 4 sale li girtîgehê ye. Got, ew 10 kes di cihekî biçûk de dimînin. Tengasiya cih jî heye.”

Akdag da diyarkirin ku, “Çavê me li rê ye. Me got belkî ji ber pêvajoya aştiyê bêne berdan, lê belê hêjan pêngavek nehatiye avêtin. Netenê birayê min, ez dixwazim hemû bêne berdan. Ez bang li Serokwezîr, Serokomar û wezîran dikim; bila hemû girtiyên nexweş serbest berdin. Serokwezîr got, ‘dê girtîgehan vala bikin’ wê demê bila vala bikin. Pêwîstiya gotin û demê ji xwe eve.”