Penabera biçûk li benda xwînê ye!

Penabera biçûk li benda xwînê ye!

Zaroka 3,5 salî ya bi malbata xwe ya Sûriyeyî ji şer reviya û hat Tirkiyê, ji ber kansera xwînê tê dermankirin. C.M ya biçûk li benda xwîna AB RH negatîf e.

Malbata ku ji şerê li Sûriyê reviya û hat Tirkiyê, li gel zor û zehmetiyên dijî, pê hesiya ku zaroka wan bi kansera xwînê ye. C.M ya 3,5 salî ku li Nexweşxaneya Zarokan a Dr. Behçet Ûz tê dermankirin, li benda alîkariya xwînê ye.

Komeleya Piştgiriya bi Penaberan a Îzmîre jî der heqê mijarê de banga hestiyariyê kir.

Rayedaran dan xuyakirin ku xêrxwazên dixwazin xwîna xwe ya AB RH bidin dikarin bi reya nûmareyên telefonê yên (0232 411 63 80 veya 411 63 81) xwe bigihînin navenda xwînê ya nexweşxaneyê.