Pêla aborî li Tirkiyeyê da
Pêla aborî li Tirkiyeyê da
Pêla aborî li Tirkiyeyê da
Piştî Bankaya Navendî ya DYA destnîşan kir ku wê teşwîqên sala 2013’an kêm bike û dibe ku di sala 2014’an de jî bi temamî rake, pêla aborî ku li tevayî dinyayê bandora xwe çêkir, herî zêde li Tirkiyeyê hat hîskirin. Di dunyayê de herî zêde Borsaya Stenbolê qîmet wenda kir.
Daxuyaniya Bankaya Navendî ya DYA (FED) ya tê têde tê gotin, dibe ku di sala 2014’an de kirîna tahvîlan bi dawî bike, bandoreke mezin li dinyayê kir. Hema hema li tevayî welatan borsa ket û dolar li gorî pereyên welatan zêde bû. Parîteya di navbera Dolar û Euro de jî di lehê dolar de bilind bû.
Tevî mudaxeleya Bankaya Navendî ya Tirkiyeyê jî dolar duh li gorî lîreyan bû 1.9318. Dîsa duh dolar li gorî randê Afrîkaya Başûr ji sedî 0.70, li gorî realê Brezîlya ji sedî 1.20, li gorî rupîsê Hindistan ji sedî 1.45 û li gorî wonuyê Kore ji sedî 1.65 zêde bû.
Li gorî analîzên pisporên aboriya navneteweyî bandorbûna Tirkiyeyê ya ji kêmkirina tahvîlan tenê bi duh an jî demek kurt ve ne girêdayî ye. Û eger pisgirêka pereyên neqît çêbibe dibe ku bi pirsgirêkeke ciddî ya aborî re rû bi rû bimîne.