Pekoz: Divê hevdîtinên Ocalan bi rêk û pêk bin

Parlamenterê HDP'ê Kemal Pekoz diyar kir, divê hevdîtinên bi Ocalan re êdî bi rêk û pêk pêk werin û got, "Rêya jiyaneke wekhev a gelan û aram ji Îmraliyê derbas dibe."

Parlamenterê HDP'ê yê Edeneyê Kemal Pekoz li ser bidawîbûna grevên birçîbûnê û pêvajoya ji niha û pê ve ji ajansa me re axivî. Pekoz bi bîr xist, ji bo bidawîbûna tecrîdê 8 kesan canê xwe feda kirin û bal kişand ser mafdariya berxwedana grevên birçîbûnê.

Pekoz diyar kir, xemsariya hikumetê bû sedem ku 8 kes jiyana xwe ji dest bidin û got, "Ne bi gotin û polîtîkayên şer, lê belê bi siyasetê, bi axaftinê û gavên ku rê vedikin wê aramî diyarî gelan bê kirin. Me berê dît; bi hevdîtinan aramî dikare pêk were. Gavên ku dema dawî ji aliyê leşkerî ve hatin avêtin kir ku welat bikeve nava rewşeke hîn xitimandî. Em hêvî dikin ku ji niha û pê ve ji vê polîtîkayê vegerin."

'EGER GAVÊN JI BO SORKIRINA ŞER BÊN AVÊTIN WÊ ENCAM GELEKÎ GIRAN BE'

Pekoz diyar kir, piştî bidawîbûna grevên birçîbûnê bi demê re wê bê dîtin ku hiqûq çiqasî bi cih were anîn û got, gelekî girîng e ku bi Ocalan re bi rêk û pêk hevdîtin bên kirin ji ber ku perspektîfên wî girîng in. Pekoz destnîşan kir, hevdîtinên bi vî rengî ne tenê ji bo gelê Kurd e, ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn jî gelekî girîng in. Pekoz got, "Her peyama ku ji Birêz Ocalan bê wê bi kêrî Tirkiyeyê were. Rêya jiyana wekhev a gelan hemûyan û pêkhatina aramiyê tenê ji Îmraliyê derbas dibe."

'DIVÊ KESAYETÊN GIRÎNG ÊN CIVAKÊ JÎ SERDANA OCALAN BIKIN'

Pekoz li ser girîngiya hevdîtinên bi rêk û pêk got, "Bêguman gelekî girîng e ku Birêz Ocalan karibe parêzer û malbata xwe bibîne. Ne tenê parêzer û malbat kesayetên civak ji wan hez dike û hurmetê nîşan dide, dikarin serdana Ocalan bikin. Nêzîkatiyeke bi vî rengî wê bi kêrî berjewendiyên gelan were û li Tirkiyeyê rê li ber gavavêtinan veke."