Çalakiya bîsîkletan a di pêşengiya Ciwanên Azad de, ciwan ji bo ji Lozanê biçin Nyonê ketin rê.
ANF
LOZAN
pêncşem, 8 kewçêrê 2015, 14:32
Çalakiya bîsîkletan a di pêşengiya Ciwanên Azad de, ciwan ji bo ji Lozanê biçin Nyonê ketin rê. Ciwanên ji bo azadiya Ocalan pedalan dizivirînin, 361 km li pey xwe hiştin. Hat diyarkirin ku hedefa îro 39 km ye.
Çalakiya bîsîkletan a ciwanên Kurdistanê ji bo azadiya Ocalan di 2’ê Cotmehê li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê de destpê kiribû, ber bi Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevre ya Swîsreyê ve di roja xwe ya 6. de bi coşeke mezin didome.
Çalakiya bîsîkletan a bi daxwaza azadiya Ocalan tê kirin bi tevahî leza xwe ve didome. Çalakiya ku ciwan ji bo azadiya Ocalan pedalan dizivirînin, 361 km rê li pey xwe hiştin.
ÇALAKÎ BI COŞEKE MEZIN DIDOME
Çalakiya ku bi daxwaza azadiya Ocalan pêk tê, ciwanan govenda azadiyê girtin, çalakiya bîsîkletan jî bala Swîsreyiyan zêde dikişîne. Di çalakiyê de dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Azadiya Ocalan, Aştiya Kurdistan” û “Em Rejîma Faşîst Li Tirkiyeyê hilweşînin” li kolanên Lozanê deng vedan, li gor çavdêriyan moralê ciwanan di astek bilind de ye.
HEDEF NYON E
Ciwan, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Lozanê hatin gel hev, wê biçin Nyon. Hate diyarkirin ku rê 39 km ye.