PE wê malovaniyê ji 13. Konferansa Kurd a Navneteweyî re bike
13. Konferansa Kurd a Navneteweyî wê îsal di navbera 7-8'ê Kanûnê de li Parlamenta Ewropayê (PE) bê lidarxistin.
13. Konferansa Kurd a Navneteweyî wê îsal di navbera 7-8'ê Kanûnê de li Parlamenta Ewropayê (PE) bê lidarxistin.
Di konferansê de wê krîza li Rojhilata Navîn, Tirkiye û pirsgirêka Kurd bê nirxandin. Gelek akademîsyen û pispor ên ji welatên cuda wê tevlî konferansê bibin.
Konferansa Kurd a Navneteweyî ku her sal li Parlamenta Ewropayê (PE) tê lidarxistin, îsal di navbera 7-8'ê Kanûnê de wê bi sernavê "Yekîtiya Ewropa, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd" bê lidarxistin.
Tê payîn gelek akademîsyen û pispor ên ji welatên cuda tevlî konferansê bibin.
Ji mezintirîn komên Parlamenta Ewropayê komên Keskan û Sosyal Demokratan destekê didin konferansê. Konferans bi pêşengiya Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Serpîskopos ê ji Afrîka Başûr Desmond Tûtû, Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Şîrîn Ebadî ya Îranî, Qasida Niyeta Baş a Konseya Ewropayê û Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Îngilîz Bîanca Jagger, nivîskarê DYA'yî Prof. Noam Chomsky, Xwediya Xelata Azadiyê ya Sakharov a Parlamenta Ewropayê siyasetmedara Kurd Leyla Zana tê lidarxistin.
GELEK KES TEVLÎ KONFERANSÊ DIBIN
Di nava du rojan de wê gelek mijar bên nirxandin. Beşdar wê bi giranî li ser mijarên; sedsaliya Sykes-Pîcot, rêya rizgariya ji krîza li Rojhilata Navîn, rola Kurdan, zextên li ser HDP'ê û rewşa Erdogan ê veguheriye dîktatorekî, bisekinin.
Konferans bi sernavê "Tirkiye, Kukrd û şerê li Rojhilata Navîn - li Tirkiyeyê Demokrasî hate tevizandin, DAIŞ û krîza li Rojhilata Navîn" pêk were. Di destpêka axaftinê de wê hîndekara Zanîngeha Bergenê Karîane Westrheîm, endamê Parlamenta Ewropayê Josef Weîdenholzer û endama Parlamenta Ewropayê Gabî Zîmmer baxivin.
Tevî Hamît Bozarslan, Davîd Phîllîps, Fehîm Taştekîn, Salîh Muslim, Cengîz Çandar, Mîchael Rûbîn, Osman Baydemîr, Ûlrîcke Lûnacek û Mele Bextiyar wê gelek kes tevlî bibin.