PE, Rapora Pêşketina Tirkiyeyê taloq kir

Dihat payîn ku PE, Rapora Pêşketina Tirkiyeyê ya sala 2014’an de îro di civîna li Strasbourgê pêk dihat erê bike lê bi awayekî ku dihat payîn, hat taloqkirin. Tê texmînkirin ku di taloqkirina Raporê de, bandora mudaxaleya AKP’ê heye.

Dihat payîn ku PE, Rapora Pêşketina Tirkiyeyê ya sala 2014’an de îro di civîna li Strasbourgê pêk dihat erê bike lê bi awayekî ku nedihat payîn, hat taloqkirin. Tê texmînkirin di taloqakirina Raporê de, bandora mudaxaleya AKP’ê heye. 

Biryar hat dayîn ku rapora Katî Pîrî amade kiriye, wê dawiya meha Hezîranê bê erêkirin.

Bi vî awayî rapor wê di piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê  wê di rûniştina 9’ê Hezîranê bê nîqaşkirin. Pîrî di dengdana li PE’yê hatiye kirin de axivî û got têkildarî raporê de pêşniyara guherînê hatiye dayîn û taloqkirina raporê ya meha Hezîranê bi fêdetir e.

GELO ENQERE NEREHETE?

Li gorî agahiyên ku me ji kulîsên PE’ê girtiye, Enqereyê hilbijartin wek hincet nîşandane û ji bertekên tund yên raporê nerehet bûye. Komên siyasî yên d bin banê PE’ê de êdî wek berê erênî li endamtiya Tirkiyeyê nanêrin û ji ber ku di serî de Serokkomarê Tirk Erdogan û AKP krîterên Kopenhagê piştguh dikin, kesên endamtiya Tirkiyeyê diparastin, êdî nerehetin. 
Di raporê de dihat xwestin ku pisgirêka Kurd bê çareserkirin, PKK jî tê de bi Kurdan re muzakere bê kirin, nasnameya Elewiyan û Malên Cemê bên qebûkirin, leşkerên Tirk ji Girava Qibrisê vekişin.