PDK li Lûzernê hat şermezarkirin
Li Kantona Lûzern a Swîsreyê, êrîşên dewleta Tirk û PDK'ê yên li Şengalê hatin şermezarkirin.
Li Kantona Lûzern a Swîsreyê, êrîşên dewleta Tirk û PDK'ê yên li Şengalê hatin şermezarkirin.
Êrîşên hêzên PDK'ê yên li Şengalê, li Kantona Lûzern a Swîsreyê bi çalakiyekê hatin şermezarkirin.
Di çalakiyê de hat ragihandin, ku hewldana komkujiyê ya li Şengalê hat kirin, şerê navbera Kurdan nîne û hat destnîşan kirin, ya ku qewimî şerê di navbera Kurdan û çeteyên PDK'ê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine perwerdekirin e.
Qisekeran diyar kirin, mîna ku li Bakurê Kurdistanê tê dîtin, dewleta Tirk dijminatiyê li mirovan, xwezayê û hemû zindiyan dike û ji bo referandûma 16'ê Nîsanê bang li hilbijêran kir, ku li dijî faşîzm û nokeriya AKP-PDK derkevin û bêjin 'NA'.
Di çalakiyê de girîngiya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê jî hat nirxandin û berxwedana Şengal û Rojava hat silavkirin.