PDK hîn weke berê ye: Deriyê xwe li Rojava girtî ye
Delegeyên PYD'ê û nûnerên partiyên siyasî yên ji parçeyên din ên Kurdistanê ji bo tevlî kongreya PYD'ê bibin hatin, ji ber astengiya Asayîşa PDK'ê nikarin ji Başûr derbasî Rojava bibin.
Delegeyên PYD'ê û nûnerên partiyên siyasî yên ji parçeyên din ên Kurdistanê ji bo tevlî kongreya PYD'ê bibin hatin, ji ber astengiya Asayîşa PDK'ê nikarin ji Başûr derbasî Rojava bibin.
Ji bo tevlî kongreya PYD'ê bibin, delegeyên PYD'ê yên li Başûrê Kurdistanê, Ewropa, Rûsya û mêvanên din ên ji parçeyên din ên Kurdistanê berê xwe dan deriyê Sêmalka. Lê belê Asayîşa PDK'ê ew li ber deriyê sînor sekinand û nehişt derbasî nava Rojava bibin.
Li gorî agahiyan, rayedarên li ber deriyê sînor ji delegeyan û mêvanan re gotine, "Hûn mirovên siyasî ne. Em nikarin bihêlin ku hûn derbas bibin." Tevî ku delegeyên PYD'ê û mêvanan pasaport û nasnameya xwe nîşan dane jî, destûr nayê dayin ku derbas bibin.
Di dema referandûma Başûrê Kurdistanê de, dema ku Tirkiye û Îranê gef dixwarin, rêveberiya Rojava dabû xuyakirin, ku deriyê wan ê sînor her tim li Başûrê Kurdistanê vekirî ne.
Hevserokê Giştî yê PYD'ê Salih Muslim ji rojnameya Şerq El Eswat re axivîbû û gotibû, eger êrîşek li hemberî Başûrê Kurdistanê were kirin, wê gelê Başûr biparêzin.