PDK'ê, kesên nexwestin li Şengalê şer bikin radestî MÎT'ê kir
Îstîxbarata PDK'ê, 80 kesên ji Rojavayê Kurdistanê yên nexwestin li Şengalê şer bikin, radestî MÎT'ê kir. Navê çend ji van kesên hatin radestkirin, hat hînbûn.
Îstîxbarata PDK'ê, 80 kesên ji Rojavayê Kurdistanê yên nexwestin li Şengalê şer bikin, radestî MÎT'ê kir. Navê çend ji van kesên hatin radestkirin, hat hînbûn.
Dema ku çeteyên PDK û dewleta Tirk roja 3'ê Adarê êrîşî hêzên YBŞ'ê yên li Şengalê kirin, 80 kesên ji Rojava dan xuyakirin, ku ew naxwazin tevlî vî şerî bibin. Li ser vê yekê îstîxbarata PDK'ê ev 80 kes revand û bir cihekî nediyar.
Li gorî nûçeya ANHA'yê, îstîxbarata PDK'ê ev 80 kesên revandî radestî rêxistina Tirk MÎT'ê kir.
Çavkaniyên ku agahî dan ajansê gotin, "Kesên hatin teslîmkirin, di Deriyê Sînor ê Xabûrê re derbasî Tirkiyeyê hatin kirin. Di heman demê de gelek ambûlans diçûn û dihatin. Ji ber vê yekê, em ji jiyana wan bi fikar in."
Navê 4 ji kesên hatine teslîmkirin ev e: Nêçirvan Mihemed Silêman ê mi Qamişlo, Îzzettîn Îsa Derwîş ê ji Hesekê, Delîl Emo û Şiyar Îsmet Xelîl ê ji Efrînê.