PDK çi dixwaze?

PDK çi dixwaze?

Rojek du fermandarên Kurd ê Persiyan hebûne, ev fermandaran  her yek ji wan li ser arteşek bûne û dema ketine kîjan şeran biserkeftî bûne. Ev serkeftina van fermandaran û bihêz bûna wan a nav artêşê de  tirs dixe dile şahê Persiyan û di hizire gelo ez çibikim ku ez biçarekî ji van rêzgar bibim. Rojek bang her du fermandar dike û ji yê yekê re dibêje tu ji min bixwazî ez ê bidin te, lê ez ê du car lê yê bidim te ez ê bidim yê din. Şahê Persiyan hesûdiya Kurdan nasdike. Fermandarê yeke dibêje çavêk min derxe û yê din jî du çavê wî derxe. 
Gotinek Kurdan din jî heye dibêje ger tu qencî nakî qet nebe neqencî neke. Niha ev gotin ji bo siyaseta Partî Demokratî Kurdistan (PDK) ya li ser Rojavaya Kurdistan tam di cihê xwe deye.
Ez destpêkê dixwazim spasiya xwe li gelê Başûrê Kurdistan dikim ku bi dilsozî û bi niştiman perwerî alîkariya Gelê Rojavaya Kurdistan kirin dikim. Gelê Başûrê Kurdistan herdem biye sengerek ji bo hemû tevger û têkoşerên gelê Kurd. Û ez dê wê baweriyê deme ku Gelê Başûrê Kurdistan dê herdem alîkariya Rojava, Bakûr û Rojhilata Kurdistanê bike. 

Lê helwesta PDK’ê ya ji bo Rojavaya Kurdistan dûrî berjewendiyê netewiye û ev bandoriya xwe ji hinek partiyên dinav Encûmenên niştimaniya Kurdên Sûriyê dene, digre. Ez wek çavdêrekî  û rojnemevanekî dikarim bêjêm, siyaseta van partiyên xwe wek li ser rêbaza Mele Mistefa Berzaniyê Nemir didin diyar kirin, neqenciya herî mezin li PDK’ê ye. 

Niha rastiya wan partiya çiye û kîne. Pirsa esasî ev e? Gelo kesên wek Ewdilhekîm Beşar û partiya wî El-Partî,  kesê wek Mistefa Cûma û partiya wî Azadî, kesê wek Birahîm Biro û partiya wî Yekîtî, Kesê wek Mistefa Oso û partiya wî Azadî heta niha ji bo Gelê Rojavaya Kurdistanê çi kirine? Ez dikarim yek karê wan bêjim, wek li Serêkaniyê bi Cephet El- Nesra û hinek çeteyan li dijî gelê Kurd şer kirinê cûda çi kirine. Niha rewa bûna wan partiyan ji bo gelê Rojavaya Kurdistan tine ye. 
Ger mirov qala diziyê bike, ev hêzên bi çeteya re li dijî Kurdan şer kirin dibe mirov ji wan bipirse we çiqas dizî û talan kir. Ger mirov qala revandin û kuştina kesên bike dibe mirov dîsan liv an partiyên bi çete û hêzên wek Cephet El-Nesra bibûn yek û li dijî Kurdan şer dikir û dikin bipirse.

Îro van partiyan û hinek partiyên nêzîkî van partiyan, Berzanîtî kirine amûrek berjewendiyê xwe yên erzan, bêwate û bi siyaseta xwe ya dûrî berjevendiyê netewî dilê gelê Kurd ji ked û têkoşîna PDK’ê ya ji bo azadî û yekîtiya gelê Kurd dide meşan reş dikin. 
Deskeftiyên Rojavaya Kurdistan berhemên têkoşînek ya bi salane û ev têkoşîn ji aliyê Tevgera Azadiya Gelê Kurd hatiye dayîn. Dibe ku yekem partiya li ser navê Kurdan di sala 1957an hatibe avakirin, lê ev nayê wê wateyê ew tevgera ji bo azadiya Rojavaya Kurdistan têkoşîn kiriye. Di roja me îro de ev partî bi 16 partiyên cûda hebûna xwe didomînin.  

Em werin ser rojeva xwe ya esasî. Li Rojavaya Kurdistan Destaya Bilind ya Kurd nûnertiya heremê dike û bi gelêk aliyan pergala xwe ya rêvebirinê daye rûniştandin. Ev rêveberî dema hate avakirin ji bo gelê Kurd kêfxweşiyekî mezin bû. Niha jî gelê Rojavaya Kurdistan hêvî dike ku ev Deste xwedî li erkê xwe derkeve. 
Jêderekî Rojnamevaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê di malpera fermî ya Serokatiya Herema Kurdistan hinek gotinên dûrî rastiya Rojavaya Kurdistan û hinek jî bi agahiyên yek alî nivisandinek rêz kiribû. Di despêkê ez bêjêm ev nivisandin û pêştî wê sînorê Başûr û Rojavaya Kurdistan girtin û li ser hinek agahiyên partiyên Rojavaya Kurdistan tevgerbûn, ne watedayîna rewşa Rojhilata Navîn û bi taybet rewşa Kurdistanê ye. Lê hêza pêşmerge li ser sînorê Rojavaya Kurdistan kom kirin û berê çeken giran dana ber bi Rojavaya Kurdistan tê çi wateyê? PDK bi wî rengî dide diyar kirin ku hêj wek demên salên 90’an tevdigere. Û gotina Serokê Herema Kurdistan Mesût Berzanî ya di hemû civînê xwe de dida diyar kirin “Êdî şerê Kurdan dê nebe” vala derdixe û bêwate dike.

Dibe hêzên Kurdî rastiya Kurdistan baştir û objektîrtir binirxînin. Kurd yek Netewe, lê Kurd dikarin li hemû beşên Kurdistan li gora taybetiyên xwe sîstemê xwe ava bikin. îro li Rojavaya Kurdistan Kurd li ser bingeha biratiya gelan sîstema xwe ava dikin. Û di ava kirina sîstema xwe de yekem gava avêtin jî parastin bû. Çinkî heta hêza parastinê tine be, tu gel nikare sazîbûna xwe jî avabike. Niha Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Asayîşa Rojavaya Kurdistan hêzên fermî yên parastina Rojavaya Kurdistanê ne. Êdî li ser van hêzan nîqaş kirin, tê wateya li ser hebûna Kurd ya li Sûriyê nîqaş kirin. 

Aliyê esasî dibe em bê zanîn ku ne YPG, ne jî Asayîş  ne girêdayî ti partî û rêxistina ye û eşkere ku ev hêzan giridayî Desteya Bilind ya Kurd ên.  
Gelê Kurd çewa îro li Başûrê Kurdistanê bi hêzên pêşmerge û asayîşê parastina herêma xwe dike, gelê Rojavaya Kurdistanê jî bi heman şêwazê parastina xwe bi YPG û hêzên asayîşa xwe dike. Ev hêzan li her derê wek Serêkaniyê, Helep, Hesekê, Dêrikê û herê dawî Til Temir erkê xwe yê parastina gelên Kurd, Ereb, Aşûr, Ermen hwd. parastina gelan dike.  Li ser vê berî niha hate diyar kirin ku 75 kesên biguman ji aliyê asayîşê hatine binçavkirin. Ev jî erka esasî ya hêzên ewlehiyêne. 
Îro roja di warê Demokrasi û rêzgirtina li hemû pêkhateyan û partiyên siyasî  li Rojavaya Kurdistanê heye dinava demokrasiyên Ewrûpiyan jî tineye. Mirov dikare bêje li ser rûyê erdê bi kêmasiyê xwe be jî çara yekê bi rastî rêvebiriya gel heye. Gelo van hêzên qenc nexwaz ji biratiya gelan acizin?