PÇDKS êrîşên li Heleb û Til Temir şermezar kir

PÇDKS êrîşên li Heleb û Til Temir şermezar kir

Partiya Çep a Demokratîk a Kurd bi daxuyaniyekê êrîşên li dejî taxên Kurdan li Helebê û bajarokê Til Temirê şermezar kir û pişgirtiya xwe bi YPG’ê re nîşan da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku, ev demeke taxên Kurdan li Helebê rastî êrîşên hêzên rêjîma Baas û alîgirên wan tên. Her wiha Bajaroka Til Temirê û gundên wê jî rastî êrîşên komên çekdar tên. Di daxuyaniyê hate diyar kirin ku, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) êrîşên li Helebê û Til Temirê bersivandin, bi erka parastin rabû û di encamê de hinek şervanên YPG’ê jiyan xwe jidest dan.

Partiya Çep a Demokratîk a Kurd di daxuyaniya xwe de êrîşên li dijî herêmên kurdan şermezar kir û pişgirtiya xwe ya YPG’ê nîşan da.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka navnetewî û azadxwazên cîhanê hate kirin ku, helwesta xwe li dijî van êrîşan nîşanbidin.