Paylan: Wê suîqestê li wan kesên ku çûne Ewropayê bikin
Parlamenterê HDP'yî Garo Paylan got, wê sûîqestê li nûnerên Elewî û Ermenî, nûçegihan, akademîsyenên ku çûne Ewropayê bikin.
Parlamenterê HDP'yî Garo Paylan got, wê sûîqestê li nûnerên Elewî û Ermenî, nûçegihan, akademîsyenên ku çûne Ewropayê bikin.
Parlamenterê HDP'yî yê Stenbolê Garo Paylan diyar kir ku agahî ketine destê wan ku wê sûîqest li Elewî, Ermeniyan û nûçegihanên Kurdistanî û Tirkiyeyî bê kirin.
Paylan wiha got: "Şemî-Yekşema bihurî agahiyeke ku ji kanên din min piştrast kirî stand. Di serî de li Elmanya li dijî nûnerên Tirkiyeyî yên Elewî û Ermenî û li dijî nûçegihan, nivîskar, akademîsyen, rîspiyên ku ji ber desthilatdariya AKP’ê neçar mane ku derkevin derveyî welat hin kom di amadekariyên çalakiyên mezin de ne."
Paylan got avaniya ku plana êrîşê girêdana ji Tirkiyê ne.
Paylan got, "Em behsa yekîneyên wiha yên cînayetê dikin ku wê suîkastên bi çek bikin û ji Tirkiyê destên qirêjî vê organîze dikin û wiha domand: ‘’Agahiyên wiha hatin ber guhê min ku wê talokeyeke li dijî kesên navdar heye ku wê bandoreke sansasyonê bikin. Yekîneyên emniyetê yên Ewropayê li gorî van agahiyên îstîxbarî tevdîrên cidî sazkar kirin.
Derbarê vê talokeya cidî, ji bo ku ewlewhiya welatiyên me yên Ewropayê were standin, min hikûmet û saziyên têkildar, ji bo ku tevdîrên hewce bistînin û bi hevtayên Ewropî re têkiliyê deynin hişyarî da.
Em behsa yekîneyên cînayetê yên wiha dikin, yên ku wê sûîqestên çekdarî bikin ji hêla destên qirêjî yên Tirkiyê ve têne organîzekirin. Ji bo ku cînayetên dî weke yên berê li nû yên nû zêde nebin, ji bo ku cenazeyekî dî yê giran li pişta vî welatî nebe divê hikûmet peywira ku dikeve ser milan bi cih bîne.
Li dijî rewşenbîr, nûçegihanên ku li welatê xwe nikarib bi azadî binivin û biaxivin gelo tê xwestin ku were gotin, "Hûn li ku derê jî bin em dizanin we bêdeng bikin?" An na hêzên tarî ku dixwazin ji vê rewşê sûdê werbigirin tevgeriyane?
Li ser van hemû geşedanan ez bang li hemû kesên Tirkiyeyî dikim, yên ku li Ewropayê dijîn, baldar bin û bang li hikûmet û saziyên têkildar dikim ku berpirsyariya xwe bi cih bînin."