Pasdarên Îranê welatiyek Kurd giran birîndar kir

Pasdarên Îranê welatiyek Kurd giran birîndar kir

Li ser sînorê başûrê Kurdistan û rojhilatê Kurdistanê pasdarên Îranê kemîn avêtin pêşiya kasibkaran û welatiyekî Kurd giran birîndar bû.

Li herêma Serdeşt ya Rojhilatê Kurdistanê û herêma Qeladizê ya Başûrê Kurdistanê yên sînor pasdarên rejima Îranê kemîn avêtin pêşiya kasibkaran. Di encama kemînê de kasibkar hatin gule baran kirin û ji vana kasibkarê xelkê Rojhilatê Kurdistanê yê binavê Îbrahîm Kadol (32) giran birîndar bû. Her wiha hate ragihandin ku, Îbrahîm di bin kontrola pasdaran de rakirin nexweşxaneya Serdeştê. Di kemînê de pasdarên Îranê 15 hesp jî kuştin û barên wan şewitandin.