Partiyên Kurd civînên li ser budçeya Iraqê boykot kirin

Civîna li ser budçeya sala 2018'an ku diviyabû îro li Parlamenta Iraqê dest pê bikira, ji ber boykota partiyên Kurd taloq bû.

Ji ber ku para Herêma Kurdistanê ya budçeya giştî 17 ji sedî daxistin 12.6 ji sedî, komên partiyên Kurd tevlîbûna li civîna li ser budçeyê boykot kirin û tevlî nebûn.

Hikumeta navendî ya Iraqê piştî referandûma Başûrê Kurdistanê ragihand ku Kerkûk herêmên 'cihê nîqaşê' ne di nava îdareya Herêma Kurdistanê de ne û para Herêma Kurdistanê ya di budçeya 2018'an de daxist 12.6 ji sedî.

Hikumeta navendî ya Iarqê, para budçeyê ya ji Herêma Kurdistanê re bişîne li gorî wîlayetan û nifûsê hesab dike. Wekî din Bexda îdîa dike ku li Herêma Kurdistanê 650 hezar karmendên qeydkirî hene, lê Hewlêr dibêje 1.250 karmend hene.

Komên partiyên Kurd beriya nirxandina budçeyê pêşnûmeyek ji 9 xalan a bi vî rengî pêşkêş kiribûn: "Para Herêma Kurdistanê ya di budçeyê de bibe 17 ji sedî, hikumeta herêmê mûxatab bê dîtin, budçeya pêşmergeyan bê diyarkirin, hatineya petrol-dolar bê dayin (li bajarên petrol jê tê derxistin, dolarek serê warîlekê ji xezîneya bajêr re bê hiştin)."

Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî jî duh bi şev daxuyaniyek da û îdîa kir ku Herêma Kurdistanê bi hatineya ji petrola di destê xwe de dikare 80 ji sedî mûçeyên karmendan bide.

Ji ber van şertên ku aliyan danîn ber hev, partiyên Kurd ên li Parlamenta Iraqê tevlî civînên li ser budçeyê nebûn. Ji ber ku partiyên Kurd tevlî nebûn, hejmara têrker ji bo biryarê nîne, lewma civîn hatin taloqkirin.