Partiyên Başûr ji sê aliyan ve li Bexdayê hevdîtinan dikin

Partiyên Başûrî ji sê aliyan ve li Bexdayê hevdîtinan dikin. PDK bi Malîkî re, YNK bi Ebadî re, Goran-Komele-Berhem Salih jî li Bexdayê li her kesî re hevdîtinan dikin.

Ji bo 'sererastkirina' têkiliyên navbera Başûrê Kurdistanê û hikumeta navendî ya Iraqê ku piştî referandûma 25'ê Îlonê xera bûn, partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê ji sê aliyan ve li Bexdayê hevdîtinan dikin. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştiman a Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Komela Îslamî û Koalîsyona ji bo Edalet û Demokrasiyê ya Berhem Salih li Bexdayê danûstandin dikin.

PDK a ku serkêşî ji referandûma neserketî re kir, ku di encamê de nîvê axa Başûrê Kurdistanê ji dest çû, berê xwe da Serokwezîrê berê û Serokê Giştî yê Partiya Qanûnê Nûrî El Malîkî. YNK jî bi Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî re hevdîtinê dike. Heyeta ji Goran, Komela û Berhem Salih jî bi gelek hêzên li Bexdayê re rûdinê.

PDK Û MALÎKÎ

Malîkî di hevpeyvîneke xwe ya 24'ê Kanûna 2017'an de ku li organeke medyayê ya PDK'ê hate weşandin got, "Divê Hewlêr û Bexda di çarçoveya destûra bingehîn de dest bi diyalogê bikin." Piştî vê gotinê, hevdîtinên navbera PDK û Malîkî zêdetir bûn. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî piştî van gotinên Malîkî roja 28'ê Kanûnê axivî û diyar kir ku ew bi kêfxweşî pêşwaziyê li daxuyaniya Malîkî dikin. Barzanî got, "Em destnîşan dikin ku pirsgirêkên navbera herêmê û Bexdayê divê di çarçoveya Destûra Bingehîn a Iraqê de were çareserkirin."

GELO HESABÊN JI BO HILBIJARTINÊ NE?

Beriya hilbijartina giştî ya Iraqê ku 18'ê Gulana 2018'an wê werin kirin, balkêş e ku PDK û Malîkî xwe nêzî hev dikin. Malîkî ku piştgiriyê ji Îranê digire, tê gotin ku bi rêya van gotinan li dijî Ebadî yê alîkariyê ji DYA digire, hesabên hilbijartinê dike. Li gorî hin şîroveyan, PDK jî bi hevdîtinên bi Malîkî re hewl dide beriya hilbijartinê zextê li ser Ebadî bike.

BARZANÎ GOTIBÛ, 'EZ BI MALÎKÎ RE LI HEMAN IRAQÊ NAJÎM'

Piştî destpêkirina şerê DAÎŞ'ê yê sala 2014'an, ji ber ku PDK'ê dest bi firotina petrolê ji bo Tirkiyeyê kir, Serokwezîrê wê demê Malîkî budçe li ser Herêma Kurdistanê birî bû û ev rewş di navbera Hewlêr û Bexdayê de bûbû sedema krîzê. Serokê wê demê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî Malîkî weke 'Dijminê Kurdan' îlan kiribû û gotibû, "Li Iraqeke ku Malîkî lê ye najîm."

YNK'YÎ JÎ BI EBADÎ RE RÛDINÊN

Van rojan ku hêrsa gelê Başûrê Kurdistanê li dijî hikumeta herêmê di asta herî bilind de ye, YNK jî hevdîtinê bi Ebadî re dike. Ev hevdîtin demeke dirêj e dewam dike û duh êvarê jî yeka nû pêk hat. Kurê Sekreterê Giştî yê YNK'ê yê berê Celal Talabanî, Pawel Talabanî li Bexdayê bi Ebadî re rûnişt.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Çapemeniyê ya Ebadî, di hevdîtinê de mijarên siyasî, leşkerî, yekîtiya Iraqê, çareseriya pirsgirêkên navbera Iraqê û Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûra bingehîn de hatine nirxandin.

GORAN-KOMELA-BERHEM SALIH JÎ LI BEXDAYÊ NE

Heyeteke din a ku li Bexdayê hevdîtin kir heyeta Goran, Komela Îslamî û tifaqa bi navê Koalîsyona ji bo Edalet û Demokrasiyê ya Berhem Salih bû. Heyeta vê tifaqê li Bexdayê bi Ebadî û Serokkomarê Iraqê Fûad Masûm re hevdîtin kir. Heyet îro jî bi Nûrî El Malîkî re rûnişt. Naveroka hevdîtinan hê nehatiye eşkerekirin.

Hevdîtinên naveroka wan ne diyar in ku partiyên Kurd bi heyetên cuda li Bexdayê dikin, di nava gelê Başûrê Kurdistanê de rê li ber tirs û fikaran vedikin.