Partiya Yekgirtî ya Danîmarka û Kurdistaniyan desteka madî dan YPG’ê
Partiya Yekgirtî ya Danîmarka û Kurdistaniyan desteka madî dan YPG’ê
Partiya Yekgirtî ya Danîmarka û Kurdistaniyan desteka madî dan YPG’ê
Partiya Yekgirtî ya Danîmarka û Kurdistaniyên li Danîmarka ji bo piştgiriya çekan ji hêzên YPG’ê re 150 hezar kron alîkariya malî kirin. Partiya Çep a Danîmarka desteka madî ya ji bo hêzên Danîmarka bi civîneke çapemeniyê ya li Meclîsê ragihand. Hevserokê PYD’ê Salih Muslim jî hevdîtinên xwe yên li Danîmarka didomîne.
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ku li Danîmarka rêzehevdîtinan pêk tîne bi partiya Çep a Danîmarka re rûnişt. Muslim, bi parlamenterên Partiya Çep a Danîmarka – Enhedslîsten (Partiya Yekgirtî) û rayedarên Wezareta Karên Derve re hat gel hev. Li gel vê Muslim îro di parlamentoyê de ku daxuyaniyeke çapemeniyê pêk anî saet di navbera 15.00-17.00’an de di hevdîtina vekirî de axivî.
Kurdistaniyên li Danîmarka dijîn û PartiyaYekgirtî ji desteka çekan 150 hezar kron alîkarî da YPG’ê. 53.900 kron ku ji Partiya Yekgirtî 150 hezar kronê Danîmarkî radestî Muslim hat kirin.
Parlamenterê Partiya Yekgirtî Nîkoloj Vîllumsen di civîna çapemeniyê ya li Parlamentoyê de ku axivî got ku ji bo çeteyên DAIŞ werin paşdexistin alîkariya madî ji bo hêzênYPG’ê kirine.
Vîllumsen da xuyakirin ku li şûna tevgera hewayî eger hêzên YPG û PKK’ê bên çekkirin wê mirov ji çeteyên DAIŞ rizgar bibin. Vîllumsen anî ziman ku Danîmarkaya ji Başûrê Kurdistanê re çek şandin divê ji Rojavayê Kurdistanê re jî bişîne.