Partiya Sosyalîst a Swîsreyê: Ji bo hilbijartinên azad zexta navneteweyî jî pêwîst e

Partiya Sosyalîst a Swîsreyê serdana xwe ya li Tirkiyeyê bi dawî kir. Partiyê diyar kir ku dewlet li herêma erdhejê cihêkariyê dike û got, "Ji bo hilbijartinên azad pêk were zexta navneteweyî jî pêwîst e."

Partiya Sosyalîst a Swîsreyê (SP) piştî erdheja ku li Mereşê pêk hat xebatên xwe yên alîkariyê yên ji bo mexdûrên erdhejê didomîne. SP'ê bang li Parlamenta Federal a Swîsreyê jî kir ku ji bo herêmên erdhejzedeyan alîkariyên bi bandor bike.

Heyeteke ku di nav de Alîkarê Serokê Giştî yê SP’ê û Endamê Meclîsa Federal a Swîsreyê Jon Pult, Endamê Meclîsa Federal Mustafa Atici, endamên Meclîsa Kantona Baselê Edîbe Goludli û Mahîr Kabakci û endamên saziya alîkariyê Solidar Suisse jî hebûn, çûn herêma erdhejê û gelek hevdîtin kirin.

Heyeta ku cîgirê serokê SP, endamên meclisa federal û endamên rêxistina alîkariyê ya Solidar Suisse jî hebûn, ji bo rewşa heyî di cih de lêkolîn bikin 5 rojan li Tirkiyeyê hevdîtin kirin. Heyeta SP'ê ji bo hilbijartinên Serokkomarî û Parlamenteriyê yên di 14'ê Gulanê de bên kirin, li Enqereyê bi heyetên HDP û CHP'ê re jî hevdîtin kir.

‘ME DÎT KU HIKUMET CIHÊKARIYÊ DIKE’

Heyeta ku vegeriya Swîsreyê daxuyaniyeke nivîskî da û çavdêriyên xwe anîn ziman.

Heyetê diyar ku desthilatdariya AKP-MHP'ê bi xurtî alîkariya mexdûrên erdhejê nekiriye û desthilatdarî li pêşiya hilbijartinên demokratîk asteng e.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin, “Me gera xwe ya li başûrê Tirkiyeyê de, tevî rêxistina alîkariyê Solidar Suisse re em çûn herêmên Dîlok, Mereş, Bazarcix, Elbistan, Kirikhan û Antakyayê. Êşa li wir gelekî zêde ye. Di hevdîtinên bi nûnerên civakî, saziyên alîkariyê û komeleyên herêmî de jî derket holê ku rayedarên hikumetê yên navendî nekarîne alîkariyeke baş bikin. Di gelek rewşan de alîkarî dereng û kêm hatin. Di heman demê de dihate dîtin di warê belavkirina alîkariyê de jî cihêkarî hatiye kirin.”

Di daxuyaniyê de ku bal kişand ser serdanên SP'ê yên li Enqereyê jî, wiha hate gotin:

"Cîgirên Hevserokên HDP'ê Hişyar Ozsoy û Feleknas Uca ji bo Tirkiyeyeke demokratîk û piralî bal kişandin ser girîngiya hilbijartinên Serokkomarî û Parlamenteriyê yên 14'ê Gulanê. (...) Ji bo ku hilbijartinên bi maqûl azad pêk werin, êdî zextên navneteweyî hewce ne."

Alîkarê Serokê Giştî yê SP Jon Pult got, "Li gorî girîngiya dîrokî ya 14'ê Gulanê, divê Konseya Federal a Swîsreyê bi awayekî zelal daxwaza hilbijartinên adil û azad ji hikûmeta Tirkiyeyê bike.”