Partiya Sosyalîst a Ewropayê ji bo Demîrtaş diçe Edîrneyê
Heyeteke ji Partiya Sosyalîst a Ewropayê, ji bo dîtina Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, diçe Tirkiyeyê.
Heyeteke ji Partiya Sosyalîst a Ewropayê, ji bo dîtina Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, diçe Tirkiyeyê.
Partiya Sosyalîst a Ewropayê (PES) ku HDP jî endamê wê ye, vê hefteyê roja Duşemê heyetekê dişîne serdana Demîrtaş. Heyeta bi serokatiya Sergeî Stanîshev, wê biçe Girtîgeha Edîrneyê û bixwaze bi Demîrtaş re hevdîtinê bike.
Li gorî daxuyaniya PES'ê, serdan wê saet di 11:00 de pêk were. Nayê zanîn bê destûr ji heyetê re bê dayîn ji bo bikeve hundirê girtîgehê yan na. Lê belê heyetê biryar da li pêşiya girtîgehê daxuyaniyekê bide çapemeniyê.
Heyet wê piştre biçe serdana navenda rojnameya Cûmhûriyetê ya li Stenbolê. Piştî vê serdanê jî wê daxuyaniyek bê dayîn.
Heyeta PES'ê wê piştî nîvro jî bi CHP'ê re civînekê lidar bixe, ku CHP jî yek ji endamên wê ye.