Partiya Komunîst a Fransayê azadiya Ocalan xwest

Partiya Komunîst a Fransayê azadiya Ocalan xwest

Li bajarê Marsîlya ê dikeve Başûrê Fransayê ku rêxistinên bajar ên Partiya Komunîst ên Fransayê her havîn du rojan şahî lidardixin, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî azadî xwestin.

Şahiya ku her sal tê li darxistin, rojên dawiya hefteyê li parka Febregoules a qesabeya Septemesê pêkhat. Di şahiya ku du rojan domkir de, semînerek li ser pirsgirêkên civakî ên Fransayê hate li darxistin û gelek komên muzîkê jî derketin ser dikê.

Di bernameyê de dokumentera “Ez Kurdim” jî hate pêşandan. Piştî dokumenterê nûnerê BDP’ê ê DYA’yê Eyup Dogu bersiva pirsên başdarvana da. Li gel dokumenterê rêxistina ciwanan a partiyê semînerekî li ser navê “Aştî û Şer” pêkanîn. Di semînera ku behsa tekoşîna aştiyê a gelê Kurd hate kirin û Komunîstina peyama piştgiriyê da.

Bi dirêjahiya du rojan a şahiyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî îmze hatin komkirin. Pêşangeha wênexîz Andre Raphael ê ku mijara wê Kurd bûn hate pêşandan. Di şahiyê de ji wênexîz Thieryy Chauvelot jî portreyên kesayetên tên naskirin pêşkêş kirin, her wiha portreyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî diyarî Navenda Çanda Mezopotamya kir.

Şahî roja Yekşmê bi mitîngekek mezin bidawî bû.