Partiya Keskan lîsteya pêkanînên li dijî Tirkiyeyê amade kir

Partiya Keskan di kongreya xwe de bi piraniya dengan lîsteke pêkanînan pejirand, ku ji ber êrişên dagirkeriyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê xwestin li Tirkiyeyê bê ferzkirin.

Partiya Keskan ku dema dawî li Elmanyayê dengê xwe zêde kir û li gelek eyaletan tevlî hikumetê bû, kongreya partiya xwe li bajarê Bîelefeldê pêk anî. Di kongreyê de Annalena Baerbock û Robert Habeck careke din bûn hevserok. Di kongreyê de êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku di 9'ê Cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir kete rojevê.

Ji ber êrişên dagirkeriyê pêşnûmeyek ji pêkanînên li dijî Tirkiyeyê bi piraniya dengê delegeyan hate pejirandin.

Tê xwestin ku ev çar pêkanîn li Tirkiyeyê bên ferzkirin:

Li dijî Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û rayedarên din ên hikumeta Tirk pêkanînên aborî.

Rawestandina firotina çekan ji bo Tirkiyeyê.

Betalkirina Peymana Penaberan a navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê.

Garantiya krediya Hermes a ji bo şîrketên Elman ên li Tirkiyeyê kar dikin bê rakirin.