Partiya Çep a Kurd piştgirî da banga Ocalan
Partiya Çep a Kurd piştgirî da banga Ocalan
Partiya Çep a Kurd piştgirî da banga Ocalan
Sekreterê Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê Salih Gedo, pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di Newroza Amedê de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd diyar kiribû, wek pêngavek bi nirx bi nav kir. Her wiha bang li gelê kurd û hêzên bi bandor ên Bakûrê Kurdistanê kir ku li pişt hêza xwe ya netewî bisekinin û piştgiriya pêngava Ocalan a dîrokî bikin.
Sekreterê Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê Salih Gedo derbarê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a di Newroza Amedê de hate xwendin de, daxuyaniyek da. Gedo, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku gelên kurd, tirk û hemû cîhan bi awayeke erênî pêşwaziya pêvajoya Ocalan a rawestandina şerê 30 salî û destpêkirina pêvajoya aştiyê kirin. Gedo, di daxuyaniya xwe de pêvajoya Ocalan gaveke bi cesaret ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd dûrî şer û pevçûnan hatiye avêtin, bi nav kir.
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku pêvajoya Ocalan di demeke hesas û nazik de destpêkiriye û ev tişt hatin gotin:
“Ocalan di demeke pir hesas û nazik de pêngav avêtiye, herêma Rojhilata Navîn geşedanên mezin diqewimin. Rojhilata Navîn bihara gelan û pêvajoya şoreşê jiyan dike, gelek hêzên dîktator winda kirin û şoreşa gelan bi ser ket. Bi wê yekê re jî şoreşa gelên Sûriyê kete sala xwe ya 3’yemîn.Lewre ev pêngava Ocalan a dîrokî ji bo gelên kurd û tirk jiyaneke nû wê bi xwe re bîne. Her wiha ev pêvajo hestiyariya aliyê kurd ji bo sekinandina rijandina xwîna gelê kurd û tirk e. Bi vê pêvajoyê top êdî li saha Tirkiyeyê ye, pêwîste ji bo çareserkirina pirsgirêkê gavên cidî û adil bavêje, pêwîste Tirkiye li dijî hêzên navxweyî û derve yên ku dijî vê pêngavê derkevin helwesta xwe zelal bike.’’
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku Komîteya Rêveber a Partiya Çep pêngava Rêberê Gelê Kurd bi nirx dibîne, her wiha bang li gelê kurd li bakûrê Kurdistanê û hêzên çalak hate kirin ku li pişt pêngava birêz Ocalan a dîrokî bisekinin. Her wiha hêvî û bendewarî hatin nîşandan ku pêvajoya Ocalan erênî bandorê li gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê jî bike.