Partiya Çep a Kesk ji bo têkbirina faşîzmê bang kir

Partiya Çep a Kesk di encamnameya civîna xwe ya 26’ê Adarê de got “Em bang dikin ku gelê me piştgiriyê bidin Partiya Çep a Kesk, em faşîzmê têk bibin û komara demokratîk bi hev re ava bikin.”

Partiya Çep a Kesk a Encamanemaya Civîna Dawî ya Meclîsa Partiyê ya di 26'ê Adarê de eşkere kir û got, "Em ê bi pêkhateyên HDP'ê re bixebitin û di bin banê meclîsê de van daxwazan biparêzin."

Di danezanê de hat gotin, “Bindest, demokrat, şoreşger, Elewî, Kurd, jin û ciwanên vî welatî bi firsendeke dîrokî re rû bi rû ne ku ji vê rejîma yek zilamî ya mêtinger rizgar bibin û ber bi Komara Demokratîk ve gavekê bavêjin. Di destê me de ye ku em vê derfetê bi kar bînin û em ê bikar bînin.”

EM Ê BI PÊKHATEYÊN HDP’Ê RE BIXEBITIN

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:

“Partiya Çep a Kesk ku li hemberî gefên li dijî HDP'ê bê teredud erka xwe ya yekîtiya şoreşger-demokratîk bi cih tîne, beriya niha gotibû ku ew ê di vê pêvajoyê de gelên Tirkiyeyê bê bijarte nehêlin. Piştî biryara lijneyên rayedar ên HDP'ê, em ê ala têkoşîna ku di pêvajoya hilbijartinê de weke Partiya Çep a Kesk hilgirin û bilind bikin. Em ê bi pêkhateyên HDP'ê re ji bo daxwazên civakê yên wekhevî, azadî, aştî, demokrasî û edaletê bixebitin û di bin banê meclîsê de van daxwazan biparêzin."

“Bi deh hezaran welatiyên me ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dan û ev tişt ne qeder e, encama polîtîkayên hikumetê ye. Ev hikûmeta ku guh nade xwezayê, guh nade mafên xwezayê û bi çavbirçîtiya qezencê li her tiştî dinêre, bi erdhejê hilweşiya. Em ê bi hemû gelan, komên baweriyan, bindestan, jin û ciwanan re vê hilweşînê ji holê rakin. Em ê bi hev re bajarên li hemberî felaketan li ber xwe bidin û bi xwezayê re li hev, ava bikin.”

EM Ê TÊKOŞÎNA BERFIREH BIAFIRÎNIN 

Em ê rêxistineke berfireh ava bikin ku têkoşîna azadiyê ya hemû gelên bindest bi taybet gelê Kurd bidomînin. Li dijî polîtîkayên şer û ewlehiyê yên ku desthilatdariyê dimeşîne, em ê ji bo aştiyeke mayînde têbikoşin. 

Emê ji bo ekolojiyê têkoşîna xwe bidomînin û dawî li polîtîkayên talana desthilatdariyê bînin. 

Em ê bibin wesîleya parastina daxwazên hemû kedkarên ku di nava krîza mezin de roj bi roj xizantir dibin, ewlekariya kar û ewlehiya wan hatiye qutkirin û li dijî van ji bo jiyaneke mirovî, maf û azadiyên sendîkayî têbikoşin. 

ÎRADEYA LI QADÊN NEWROZÊ 

Em Partiya Çep a Kesk, em ne tenê parçeyek ji siyaseta parlementoyê ne, di heman demê de parçeyek ji têkoşîna demokrasî û azadiyê ya bi dehan sal in li kolan, qadan, qadên xebat û jiyanê didominin. Bi hêza ku em ji îradeya 8'ê Adarê û Newrozê digirin, ji bo pêşîgirtina li girtina HDP'ê ku îro em pêkhateya wê ne, em ê bibin dînamîka diyarker a têkoşînê. Em ê dudilî nebin ku bibin hilgirê têkoşîna ji bo azadiya bi hezaran girtiyên siyasî yên di bin tecrîdê de li girtîgehan tên ragirtin. 

BANGA JI BO HILBIJÊRÊN DERVEYÎ WELAT 

Ev hilbijartin tenê di nav sînorên welat de pêk nayê. Ji bo hilbijêrên me yên ku ji ber sedemên aborî û siyasî neçar in li derveyî welat dijîn jî girîng e. Em bang li wan dikin ku tevkariyê li têkoşîna wekhevî, azadî û demokrasiyê ya hemû gelên li ser van axê dijîn bikin.

Derketina bi serketî ji vê hilbijartinê ne tenê ji bo gelên vî welatî, ji bo hemû gelên herêmê jî girîng e. Divê em ji bo aştiya herêmê, ji bo siberoja gelan û gelên ji şer reviyane û bûne penaber bi ser bikevin.

DAWÎANÎNA REJÎMA YEK ZILAMΠ

Erka me ya îro ew e ku em dawî li rejîma yek zilamî bînin. Ji holêrakirina vê zextên zordar û pergala yekperest û danîna bingehê jiyana siyasî ya azadîxwaz, demokratîk ku tê de her cure dûrxistin û cudakarî ji holê rabe. Wezîfeya me ya sereke ya sibê ew e ku bi berfirehkirina beşên civakî yên ku em berdevkê wan in û bi mezinkirina hêzên demokrasiyê yên ku em li kêleka wan disekinin, têkoşîna Komara Demokratîk mezin bikin. Ji bo vê jî em bi biryar in ku bi awayekî herî xurt têkevin meclîsê û qada meclîsê bikin dengê têkoşîna civakî.

TÊKOŞÎNA HEVPAR 

Partiya Çep a Kesk bi hemû organên xwe wê bi piştgirî û îradeya mezin a gelên me van erkan pêk bîne. Em soza vê didin hemû civakê, gelên xwe, jin û ciwanan û bi taybetî jî ji bo kesên ji erdhejê mexdûr bûne. Em dizanin ku pêvajoya em tê de ne tenê bi tifaqên hilbijartinê derbas nabe, têkoşîneke civakî dixwaze. Em bi biryar in ku vê têkoşînê bi pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê û hemû hêzên çep, sosyalîst û şoreşger re tevbigerin.

Jiyanek ekolojîk ku pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe, jin bi tundiyê re rû bi rû nemînin, ciwan bibin xwedî siberoj, gel û bawerî bi azadî bijîn, îstîsmara kedê bi dawî bibe, civak di bin stûnan de nemire, ji her demê mimkûntir e. 

EM Ê BI HEV RE BI SER BIKEVIN 

Bi vê bawerî û îradeya xwe em bang li hemû gelê xwe dikin ku piştgiriyê bidin Partiya Çep a Kesk, faşîzmê têk bibin û bi hev re komara demokratîk ava bikin. Em li vir in, em ê bi hev re bi ser bikevin!"