Partiya Çepên Kesk : Em derdê lînçkaran baş dizanin

Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Çepên Kesk ragihand ku daxuyaniya wan a derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd de hatiye berovajîkirin û gotin: "Gefên kesên ku ji şer û tarîtiyê xwedî dibin, pûç in."

Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd û rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 1'ê Cotmehê de li Meclîsê daxuyanî dabûn çapemeniyê û dawiyê hedef hatibûn girtin. Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Çepên Kesk der barê hedefgirtinê de daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyaniya bi sernavê "Gefên kesên ku ji şer û tarîtiyê xwedî dibin, pûç in!" wiha ye;

“Berî her tiştî em vê bibêjin; Partiya me bi biryar e ku perspektîfa çareseriyê ya li ser kevneşopiya siyasî ya ku xwe dispêre wê bidomîne û heta aştî li van xakan pêk were ji bo wê têkoşînê bimeşîne.

Daxuyaniya ku me di 1'ê Cotmehê de da, bang li Meclîsê kir ku ji bo pirsgirêkên civakî bi taybet pirsgirêka Kurd çareserî pêk bîne û di demek herî kurt de tecrîd bi dawî bibe. Erka Meclîs û siyasetê ne weşandina peyamên sersaxiyê yên ji ber van pirsgirêkan jiyana xwe ji dest dane, pêşîgirtina windahiyan e. Gotinên Hevberdevka me Çîgdem Kiliçgûn Uçar ku hatine berovajîkirin û kirin hedef, rastiya vî welatî îfade dike. Tu êrîş û manîpulasyona trollan nikare vê rastiyê veşêre. Em tu carî vê rewşa ku li ser civakê tê ferzkirin weke qeder qebûl nakin.

Em dixwazin her kes bizane ku em ê bi van gefên li ser Partiya me, Hevberdevka me û vîna gelê xwe di aliyê siyasî de, bi taybetî jî bi qanûnên hiqûqî yên gerdûnî re mijûl bibin. Em ê tu carî dev ji parastina çareserî, aştî û daxwaza jiyana bi hev re û wekhev a vê civakê bernedin.”