Partî û saziyan Roja Rojnamevaniya Kurd pîroz kirin

HDP, KCD û Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê Roja Rojnamevaniya Kurd pîroz kirin.

HDP, KCD û Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê bi daxuyaniyan Roja Rojnamevaniya Kurd pîroz kirin.

ROJNAMEVANÊN JIN: DESTKETIYÊN GIRÎNG HATIN AFIRANDIN

Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopomtayayê: Çapemeniya Kurd di rêwîtiya pîşeyî ya sedan salî de mohra xwe danî binê serketinên girîng, destketî û nûbûnên girîng afirand. Ya herî girîng jî çapemeniya jinê ya xweser e. Rêwîtiya me zehmet û dirêj jî be ronahî ye. Ji ber ku ev rê ji Mîqdad Mîdheq Bedirxan heta bi Mûsa Anter, Gûrbetellî Ersoz, Ayfer, Nûjiyan, Rohatan rêwîtiya bi biryar, bawerî û wêrekiyê ye.

KCD: DIVÊ GELÊ ME XWEDÎ LÊ DERKEVE

Kongreya Civaka Demokratîk: Yekemîn Rojnameya Kurdî di 22'yê Nîsanê 1898'an de bi hevkarî û keda birayên hev Miqdat û Abdurahman li paytexta Misir Qahîre yê hate derxistin. Rojnameya ku ji 4 rûpelan pêk dihat, di navbera salên 1898 û 1902'an de tevahî 31 hejmar hate weşandin.

Piştî weşana yekemîn a rojnameyê Dewleta Osmaniyan ji ber rojnameyê qedexe kir, rojname li Cenevre, London û hin bajarên Ewropayê weşangeriya xwe dewam kir. Ji bo hejmarek rojnameyê 2 hezar rojname dihatin çapkirin û li Kurdistanê bi awayekî veşarî dihate belav kirin. Dewleta Osmaniyan ligel qedexekirina rojnameyê ceza li kesên dixwend jî dibarand û ew ceza dikirin.

Dîroka 22'yê Nîsanê ya roja weşana rojnameyê li Başûrê Kurdistanê ji 22'yê Nîsana 1973'an û vir ve wekî salvegera damezirandina rojnameya Kurdî hat îlan kirin û her sal tê pîrozkirin. Em wekî Kongreya Civaka Demokratîk 122'yemîn salvegera damezirandina Rojnameya Kurdî pîroz dikin. Em têkoşîn û keda hemû Rojnamevanên ku di şexsê Mîqdat, Abdurehman Bedîrxan û Apê Mûsa de hat dayîn û ji hêla rejîmên faşist ve hatin qetilkirin bi bîrtînin û li hemberî têkoşîna wan rêz digirin.

Em bi vê wesîleyê hemû Rojnamevanên ku ji pîvanên Rojnamevaniyê tawîz nedane û li 4 perçeyên Kurdistanê dîl hatine girtin slav dikin û diyar dikin ku em her daîm ligel wan in û ew ne bi tenê ne. Banga me ji desthilatdaran re ew e ku divê demek ji ya din zûtir hemû Rojnamevanên Kurd û yên din ên girtî serbest berdin. Girtina Rojnamevanên ku di vê serdemê de azadiyê ji bo me radigihînin hevsengê astengkirina mafê ragihandina azadiyê ye.

Ligel hemû tiştî kevneşopiya Rojnamevaniya Kurdî li gorî desthilatdaran bi paş ketiye, lê li gorî Neteweya Kurdî bi dayîna gelek berdêlên mezin hêj mezin bûye û bi pêşketiye. Bi taybetî jî Rojnamevaniya Jinê û asta ku rengê jinê hatiyê, cihê kêfxweşî û şanaziyê ye. Em jî ji ber vê pêşketinê gelek bi rûmet in. Rojnamevaniya Kurdî ya ku yek ji hîmên bingeha Yekîtiya Netewî ye, di serdema teknolojî û ragihandinê de divê di çerçoveya exlaqê weşangerî û çapemeniyê de qada objektîf ya bê mezinkirin û berfirehkirin e. Banga me ji gelê me re ew e ku divê gelê me di her şert û mercî de li rojname û Rojnamevanên xwe xwedî derkeve û di nava piştevaniyê de be.

HDP: DÎROKA RÊWÎTIYA BI RÛMET

Cîgirê Hevserokê Giştî û Berpirsê Komîsyona Çapemeniyê ya HDP'ê Tayîp Temel: 22’ê Nîsana 1898’an di dîroka rewşenbîrî û çalakiyên çapemeniya Kurdî de rojeke dîrokî û girîng e. 122 sal berê li Qahîreya paytexta Misrê, ji aliyê Mîqdat Mîdhed Bedirxan ve yekem car rojnameyeke bi navê Kurdistanê hat derxistin. Rojname 15 rojan carekê dihat çapkirin û bi tevahî 31 hejmarên wê hatin derxistin. Her çend Rojnameya Kurdistanê ji ber zext û fişaran li diyasporayê hatibe derxistin jî, tîrêjên wê her tim Kurdistan geş kiriye û îro riya hezaran Rojnamevan û rewşenbîrên Kurd ronî kiriye. Ji ber vê taybetmendiya wê ya dîrokî, ew roj ji sala 1973’an heta niha wek Roja Rojnamevanên Kurd tê qebûlkirin û pîrozkirin.

Dîroka çapemeniyê Kurdî, dîroka xwedîderketina zimanê dayikê, nasname û welat e. Dîroka çapemeniya Kurdî, her wekî din, dîroka rewşenbiriya Kurdî û serencama berxwedaneke domdar e, ku xwe li ber bayê her cure zext û zordestiyê wergirtiye û di riya şopandina heqîqetê û ronahiyê de hêjayî pesn û payeyên qedirbilind e.

Rojnameya Kurdistanê 122 sal berê li sirgûniyê dest bi çalakiyên xwe yên rewşenbîrî û rojnamageriyê kir, lê di ser re ewqas sal derbas bin jî, çalakiyên rewşenbîrî û Rojnamevaniya Kurdî her tim rastî zilm, zor, qedexe û fişarên giran hat. Di tarîtiya salên 90’an de ji ber ku pabendên heqîqetê û dilsozên rastiya gelê xwe bûn, gelek Rojnamevanên Kurd hatin qetilkirin, revandin û di zindanan de hatin cezakirin, lê baweriya wan bi tu awayî nehate şikandin. Ev berxwedan, şanaziya Rojnamevanên Kurd, rûreşiya rejîmên faşîst e ku li rûpelên dîrokê hatiye nexşandin.

Ji 1898’an heta tarîtiya salên 90’an, ji salên 90’an heta 2020’an, çalakiyên Rojnamevaniya Kurdî tu sînorên barbariyê û bariyerên faşîzmê nas nekiriye. Her çend piştî derbeya 15’ê Tîrmehê hemû rojname, ajans, kovar, çapxane û kanalên TV’yê hatibin girtin û gelek Rojnamevanên Kurd di zindanan de hatibin cezakirin jî, îro ew alaya Mîqdat Mîdhed Bedirxan û Mûsa Anteran li erdê neketiye û şopa heqîqetê bi serbilindî didome. Rojnamevanên Kurd ji bo ku rastî di tarîtiyê de nemînin îro jî, li ber xwe didin, lewre tên girtin, cezakirin û rastî zext û fişaran tên.

22’ê Nîsanê, Roja Rojnamevanên Kurd û çapemeniya Kurdî û 122’yemîn salvegera damezrandina Rojnameya Kurdistanê li temamî kedkarên çapemeniya Kurdî pîroz be! Bi boneya vê rojê, em hemû şehîdên çapemeniya Kurdî bi rehmet, bi rêzdarî û bi minetdarî bi bîr tînin.