Parlementerên HDP’ê li dijî tecrîdê dimeşin -HATE NÛKIRIN

Parlementerên HDP’ê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rewşa girtiyan û bernedana girtiyên cezayê wan qediyaye ji Meclîsê ber bi Wezareta Edaletê ve dimeşe.

Parlementerên HDP’ê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rewşa girtiyan û bernedana girtiyên cezayê wan qediyaye, li eywana çapemeniyê ya meclîsê bi serokatiya Serokwekîlên Komê Meral Daniş Beştaş û Sarûhan Olûç kom bûn.

Parlementerên HDP’ê bi dovîzên ‘Bila girtiyên nexweş serbest werin berdan’, ‘Tecrîdê biqedînin’, ‘Li hemberî tecrîdê bêdeng nemîne’ û ‘Dawî li bernedana girtiyan bînin’ ji Meclîsê heta Deriyê Dîkmenê meşiyan. Li pêşiya Deriyê Dîkmenê pêşiya parlementerên HDP’ê ji aliyê polîsan ve hate birîn. Piştî muzakereyê meş hate domandin. Cara duduyan jî pêşiya parlementerên HDP’ê hate girtin û piştî muzakereyan parlementerên HDP’ê dîsa bi dovîzan meşiyan.

CARA SÊYEMÎN PÊŞIYA MEŞÊ HATE BIRÎN

Li pêşiya Wezareta Karê Navxweyî dîsa pêşiya meşê hate birîn û polîsan xwestin xebatkarên medya û çapemeniyê ji qadê dûr bixînin lê parlementerên HDP’ê meşa xwe domandin û heyeta meşê heta pêşiya Wezareta Edaletê meşiyan.

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş got “Me têkilî bi Wezareta Edaletê re danî, em ê piştî demeke kurt bi Wezîrê Edaletê re rûnên, ji ber ku îro ji ber bernameyeke din, ne li Enqereyê ne. Li girtîgehan binpêkirinên mafan, êşkence û sirgun gelekî zêde bûne. Êdî ji her dera Tirkiyeyê dengê qîrînê tê.”

Beştaş diyar her roj bi sedan serlêdanên giliyan tê ber destê parlementerên HDP’ê û got “Me serdanên xwe de û di hevdîtinên parêzeran de, di lêkolînên sazî û rêxistinên hiqûqê de tê dîtin ku li girtîgehên Tirkiyeyê rewşeke giran heye. Ji bo ku binpêkirinên mafan û êşkence li girtîgehan bi dawî bibe, ji bo şertên mirovî pêk werin em gelek serlêdanan dikin. Bersivê nadin pirsnameyên me. Pêşniyazên me yên lêkolînê yên li Desteya Giştî nayên pêkanîn. Em her roj neçar dimînin mirin û qetilbûneke li girtîgehê ragihînin.

TECRÎDA LI IMRALIYÊ ROJ BI ROJ GIRAN DIBE

Ji aliyê din tecrîda li Îmraliyê bi awayê ku li dinyayê yekemîn e, didome. Tecrîda giran her roj girantir dibe. Ji  25’ê Adara 2021’an ji rêzdar Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê agahî nayên stendin. Malbat û parêzer nizanin ka muwekîlên wan dijîn an na. Pergaleke wisa li tu dera dinyayê di tu rejîmeke totalîter de pêk nehat.  Em dizanin ev ji ber polîtîkayên şer têkirin. Em HDP ji bo aştiyê têdikoşin. Ev desthilatdarî dixwaze li ser 84 milyon kesan şer bide qebûlkirin. Ji bo domandina desthilatdariya xwe dixwaze tecrîd bidome. Sedema ku maf û azadiyên bingehîn ên civaka Kurd tê redkirin, têkiliya xwe bi tecrîdê heye.

Di heman demê de li ser kesên ku 30 sal in di girtîgehê de ne poşmanî tê ferzkirin. Dibêjin an bibêjin em poşman bûne yan jî em ê we bernerdin. Duh serlêdanek gihişt ber destê me Îzzettîn Sevîlgen 30 sal in di girtîgehê de, berdana wî 6 mehan hatiye dirêjkirin. Bi sedan mînakên wisa hene. Ev êdî bûye wekî cezayekî.  Di 9 mên dawîn de 62 cenaze ji girtîgehan derket. Girtîgeh bûne malên mirinê. Girtiyên nexweş ji bo xatirxwestina ji malbatên xwe azadiya xwe dixwazin.

Em ê piştî demeke gelekî kurt bi Wezîrê Edaletê re bicivin û van tiştan rû bi rû jê re bibêjin. Êdî sebra me nemaye. Divê çareserî ji vê pirsgirêkê re were dîtin. Divê tecrîd û êşkence êdî biqede.”