Parlamenterên Fransiz ji bo tecrîdê bang li hikûmetê kirin

Gelek parlamenterên endamê Meclîsa Netewî ya Fransayê ji Wezareta Karê Derve re name şandin da ku ji bo greva birçîbûnê ya  Strasboûrgê zû tevbigere.

Di nameyê de, ya bi îmzeya 8 parlamenterên endamê Koma Lêkolînên Kurd ên Meclîsa Netewî ya Fransayê ji Wezareta Karê Derve xwestin ku bi lezgînî tevbigere.

'TECRÎD BINPÊKIRINA HIQÛQA NAVDEWLETÎ YE'

Di nameyê de hate gotin tecrîda li ser Rêberê  Gelê Kurd binpêkirina hemû rêgezên hiqûqa navdewletî ye.

Di nameyê de hate destnîşankirin rewşa gelek çalakgeran ne baş e, ku ji 17'ê Kanûnê ve li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, ku di nav van de Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç jî heye û rewşa wan hatiye rewşeke krîtîk.

BILA YE Û FRANSA BIKEVIN DEWRÊ

Bi berdewamî hate gotin êdî mirov nikare rewşa heyî ragire, divê Fransa û Yekîtiya Ewropa (YE) ji bo ku binpêkirina mafan a li Tirkiyê bidawî bibe, zextan bike.

Di nameyê de ji Wezareta Karê Derve hate xwestin ku bikevin dewrê, pêşî lê bigirin ku jiyana çalakgerên greva birçîbûnê bikeve nekeve talokeyê û ji bo tecrîda li ser Ocalan rabe û muzakere dîsa dest pê bikin, hewl bide.

PARLAMENTERÊN RASTGIR Û ÇEPGIR ÎMZE KIRIN

Di nameyê de ya ku ji bo Wezîrê Karê Derve Jean-Yves Le Dreîn re hatîn şandin, ji Yekîtiya Demokratên Serbixwe ê rastgir-lîberal (UDÎ),  Fransaya Sernetewîn ku partiya muxalîf a çepgir a herî xurt (France Insoumîs-FI), Partiya Komunîst a Fransayê (PCF), parlamenterên Korsîkayî û endamên Koma LT'yê jî parlaneter hene.

Parlamenterên ku îmze dane: Jean-Chrîstope Lagerde (Serokê Koma Meclîsa UDÎ), Erîc Coquerel (FI), Jean-Fêlif Acquavîva (Korsîka-LT), Els Faucîllon (PCF), Mayer Habîb (UDI), pAUL Molac (Brtagne-LT), Jean-Paul Lecoq (PCF), Françoîs Pupponî (Korsîka-LT)