Parlamenterê Fransî Coronado: Em ê xwedî li HDP’ê derkevin
Parlamenter Coronado di daxuyaniya çapemeniyê de ku li Parlamentoya Fransa hate lidarxistin, got: “Yekane hêza li dijî Tirkiye û hikûmeta AKP’ê têdikoşe HDP’e ye.”
Parlamenter Coronado di daxuyaniya çapemeniyê de ku li Parlamentoya Fransa hate lidarxistin, got: “Yekane hêza li dijî Tirkiye û hikûmeta AKP’ê têdikoşe HDP’e ye.”
Parlamenter Coronado di daxuyaniya çapemeniyê de ku li Parlamentoya Fransa têkîldarî derbeya Qesrê ya li dijî wekîlên HDP’ê pêk hatî hate lidarxistin, got: “Yekane hêza ku li dijî hilweşîna bajarên li Kurdistanê, rakirina destlênedana parlamenterên HDP’î, Tirkiye ya her ku diçe vediguhere sîstemek antîdemokratîk û hikûmeta AKP’ê têdikoşe, HDP’e ye.”
Di daxuyaniya çapemeniyê de ku têkîldarî rakirina destlênedana wekîlên HDP’î li Parlamentoya Fransa hate lidarxistin, Parlamentera HDP’ê ya Wanê Tugba Hezer, Parlamenterê Partiya Keskan a Fransa Sergîo Coronado û endama Hewldana Aştiyê Akademîsyen Ayşe Berktay amade bûn.
Di daxuyaniya çapemeniyê Parlamenterê Fransî Sergîo Coronado axivî, bi bîr xist ku çawa di pêvajoya bihurî de xwedî li Leyla Zana û hevalên wê derketine, îro jî xwedîderketina parlamenterên HDP’î wezîfeya wan e.
Coronado yê ku got, “Yekane hêza ku li dijî hilweşîna bajarên li Kurdistanê, rakirina destlênedana parlamenterên HDP’î, Tirkiye ya her ku diçe vediguhere sîstemek antîdemokratîk û hikûmeta AKP’ê têdikoşe, HDP’e ye” di dirêjiya axaftina xwe de ragihand ku niha 58 parlamenterên ji Keskan, Koma Çep ji bo xwedîderketina li wekîlên HDP’ê ketina nav hewldanan.
Piştî wekîlê Fransî yê got, “Em hêvî dikin ku hevpeymana aştiyê ya mîna mabeyna hikûmeta Kolombiya û FARC’ê de li welatê we jî pêk were”, Parlamentera HDP’ê ya Wanê Tûgba Hezer mafê axaftinê wergirt, diyar kir ku niha li Tirkiyeyê bi awayekî pir cîdî jihevxistina demokrasiyekê heye.
Hezer destnîşan kir ku li hember qewimîn li Kurdistan û Tirkiyeyê divê parlamenterên Ewropa, derdorên çep û sosyalîst hê zêdetir piştevaniyekê nîşan bidin, got: “Pêdiviya me bi piştgiriyê heye.”
Endama Hewldana Aştiyê Akademîsyen Ayşe Berktay jî got girtina Leyla Zana, Hatîp Dîcle û hevalên wan, girtina partiyan wek xetek naguhere derbasî sîcîla Tirkiyeyê bûye.
Berktay bi lêv kir ku refleksa dewletê ya li dijî partî û siyasetmedarên Kurdan di serokatiya Erdogan de jî îro bi şêwazekî qirkirinê didome û wiha pê de çû: “Bi rakirina destlênedanên parlamenterên HDP’ê ve îradeya 6 mîlyon hilbijêran tine tê hesibandin. Der heqê wekîlên HDP’ê de 182 fezleke hebûn. Piştî daxuyaniya Erdogan a sala 2016’an ku gotibû divê tevahî wekîlên HDP’ê di girtîgehan de bin, bi lezûbez 182 fezleke bûn 510. Hewldanên lîncê û girtin ên ku li dijî akademîsyenên ji aştiyê re gotine erê, bi awayekî şênber nîşan dide ku Tirkiye bi bayekî lezê ber bi rejîma dîktayê ve diçe.”
Berktay diyar kir ku divê Yekîtiya Ewropa garantiyên Tirkiyeyê yên têkîldarî penaberan di bin kontrolê de bigire, di dirêjiya axaftina xwe de got ev piştgiriya parlamenterên Fransî gelekî watedar e. Her wiha, Berktay têkîldarî zêdekirina piştgiriyê jî bang li raya giştî ya Ewropa û cîhanê kir.
Di daxuyaniya çapemeniyê de rapora Cizîrê ya HDP’ê jî li rojnamevanan hate belavkirin.