Parlamenteran destek dane çalakiya Ocalan a saziyên Kurd
Çlakiya destekê ya nûnerên saziyên Kurdan ên li Ewropayê yên ji bo çalakiya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome.
Çlakiya destekê ya nûnerên saziyên Kurdan ên li Ewropayê yên ji bo çalakiya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome.
Pêkhateyên KCDK-E’yê, Yekitiya Sûryaniyên Ewropayê (ESU), Partiya Sosyalîst a ji nû ve Damazirînê (SKYP), YNK û Tevgera Goran destek da çalakiyê, gelek nûnerên saziyên Kurd jî hazir bûn.
Roja sêyan a çalakiyên parlamentere berê yê HDP’ê Ertugrul Kurkçu û beşdarên meşa ji Ocalan re azadî, hatin qada Nobeta Ji Ocalan re azadî. Ji parlamentoya Başûrê Kurdistanê, wekîlê YNK’ê Salar Muhammed û wekîlê Goran Şêrko Emîn jî li çalakiyê hazir bûn.
KARTAL: HETA AZADIYÊ WÊ TÊKOŞÎN BIDOME
Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal li ser çalakiyê axivî, bi bîr xist ku çalakiya ji bo azadiya Ocalan ev 6 sal in didime, diyar kir kul il çar parçeyên Kurdistanê Kurd bi hişmendiya ku wê bê Ocalan jiyan nebe azadiya Ocalan dixwazin û got niha, bi vê çarçoweyê nûnerên saziyên Kurd çalakiyê dikin.
Kartal malavayî li wan kesan kir ku ev 6 sal in tevlî çalakiyan dibin û got heta ku azadiya Ocalan pêk were ew ê têbikoşin.
PARLAMENTERÊN HGP, GORAN Û YNK’Ê DESTEK DAN
Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç bi daxuyaniyekê malavayî li Ertugrul Kurkçu, paralmenterên Başûrî kir û got Kurd azadiya Ocalan dixwazin, heta ku Ocalan azad bibe ev çalakî wê bidome.
Koç diyar kir Ocalan azadiya gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û hemû baweriyan e.
‘JI BO CIVAKEKE DEMOKRATÎK PROJEYA OCALAN GIRÎNG E’
Dostekî Kurdan ku di çalakiyê de hazir bû, bak kişande ser projeya civaka demokratîk a Ocalan û giringiya çalakiya i ber Konseya Ewropayê destnîşan kir. Çalakvanê Elman bang li hemû gelan kir ku tevlî çalakiya ji bo azadiya Ocalan bibin û bi dirûşma, ‘’Bê Ocalan jiyan nabe’’ axaftina xwe qedand.
Yek ji çalakgerê Meşa Azadiyê jî bang li Konseya Ewropayê, CPT’yê kir ku bi karê xwe rabin û got heta azadiya Ocalan wê çalakiyên wan bidomin.