Parlamentera Elman: Hişê min her tim li Kobanê ye

Parlamentera Elman: Hişê min her tim li Kobanê ye

Parlamentera Partiya Çep a Elmanyayê Ulla Jelpke piştgirî da çalakiya greva birçîbûnê ya ku bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê, li Berlînê hatiye destpêkirin û  got: “Ez sibê heta êvarê Kobanê difikirim, hişê min her tim li wê derê ye.”

Çalakiya greva birçîbûnê ya li ser banga Navenda Civaka Kurd a Elmanyayê (NAV-DEM) bi armanca balê bikişînin ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê, li qada Brandenburg Torê ya li paytexta Elmanya Berlînê, di 30'ê Îlonê de hatibû destpêkirin, di roja çaremîn de berdewam dike. Çalakiya Kurdan dê li qada navdar a ku weke yekgirtina Elmanyayê tê zanîn “Potsdamer Platz”  berdewam bike.

Çalakgeran ji hukûmeta Berlînê, Yekitiya Ewropa û hemû raya giştî ya cîhanê xwest ku alîkariyê bide berxwedana Kobanê û bê deng nemîne. Kurdistaniyên li Berlînê, û li bakûr û rojhilatê Berlînê dijîn hatin serdana çalakiyê.  Tevî rêxistin û saziyên siyasî yên Kurdan partiyên çep jî tên serdana çalakiyê. 

LI QADÊ PANEL

Tevî rêxistin û saziyên Kurdan, aliyên sosyal-demokrat û saziyên penaberên Tirkiyeyî jî destekê didin çalakiyên Kurdan. Çalakgeran îro jî bi hezaran belavok belav kirin û banga bihîstiyariyê li raya giştî ya Elmanyayê hate kirin.  Di axaftinên bi Elmanî hatin kirin de, bêdengiya hukûmeta Elman a li hemberî Kobanê hate şermezarkirin.

Piştî çalakiyê, danê êvarê li qadê panelek hate lidarxistin. Hevserokê NAV-DEM’ê Yuksel Koç, Nunera Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd-Cenîyê Anna Kristin Kowarsch, endama Meclîsa Jinên Êzidî Husniye Guney û Nunera PYD’ê Emel Gulo tevlî panelê bûn.  Di panelê de axaftinên bi Kurdî, Elmanî û Tirkî hatin kirin.

JI JELPKE BO ÇALAKGERAN DESTEK TAM!

Parlamentera Meclîsa Federal a Elmanyayê Ulla Jelpke, bi armanca piştgiriyê bide çalakiya Kurdan, hate qadê û tevlî çalakiyê bû. Parlamentera Partiya Çep Jelpke di çalakiyê de axiftinek kurt kir. Jelpke, diyar kir ku ji roja êrîşên li ser Kobanê destpê kiriye û heta îro, bi şev û roj Kobanê difikire û got:

 “Bi şev û roj, gava radizêm an jî gava sibê radibim, her tim Kobanê difikirim. Hişê min li wê derê ye. Berxwedana Kobanê silav dikim. Mixabin hêzên navneteweyî destekê nadin berxwedana Kobanê ya li dijî DAIŞ’ê. Ez bi xwe meha buhrî çûm Rojava. Min bi çavê xwe dît. Gerîlayên YPG/YPJ û PKK’ê bi dehhezaran Êzidî rizgar kirin. PKK weke rêxistineke terorê tê dîtin. Ev yek nayê qebûlkirin.”

Roja Pênçşemê, çalakger heta ber Qesra Serokkomariyê meşiyan û bêdengiya hikûmetê protest kiribûn. Sibê jî dê bi pêşengiya çalakgerên greva birçîbûnê, saet di 14.00 de li qada "Potsdamer Platz" meşeke girseyî bê lidarxistin.