Di navbeyna Rêveberiya Herêmî ya Başûrê Kurdistanê û Hikûmeta Navendî ya Iraqê de li ser bûdçe, vekirina balafirand û dayina mehmiza karmendan kriz didome. Hina parlamenterên Kurd bibiryar in ku ji Bexdayê vekişin, hikûmeta herêmê û hin derdorên PDK’ê dibêjin hewceyî bi vê tine. Nîqaşên li ser helwesta Kurdan didome, Serokwezîrê Iraqê Heydar Abadî di mijara vekirina balafirxaneyê û bi beşekî dayina mehmiza karmandan de gava xwe bi paş ve avêt.
Bexdayê beriya bi çend rojan biryar standibû ku balefirxane 3 mehên dî jî wê girtî bimînin.
Lê Abadî got balefirxane beriya Newrozê wê vebin. Çavdêrên siyasî dibêjin ev bi zexta DYA’yê bûye.
‘BEŞEK JI MEHMIZAN WÊ WERE DAYIN’
Abadî di daxuyaniya çapemeniyê de got, ‘’Lêkolîna li ser lîsteya mehmiza karmendan didome. Pergala mehmizê ya Herêma Kurdistanê û Iraqê ji hev cüda ye.’’
Abadî got ew dikarin beşek ji mehmiza karmendan bidin û got,’’Beriya Newrozê wê beşek ji mehmizê were dayin û her wiha balefirxane vebin. Herêma Kurdistanê rojê 300 hezar warîl petrolê dide derve. Ev jî 10 ji 100’î petrola Iraqê dike.’’
Abadî pergala mehmiza karmendan a Herêma Kurdistanê rexne kir û got divê pergal were hêsanîkirin û got,’’Beşek ji mehmizan em ê bidin. Ya mayî divê Herêma Kurdistanê temam bike.’’
Serokê Koma Parlamentoyê ya Tevgera Goran Emîn Bekîr Muhammed got Abadî biryar daye ku mehmiza xebatkarên tenduristiyê û perwerdehiyê yên Herêma Kurdistanê bide.
Muhammed got UNESCO ya NY’ê dengê xwe li Abadî kiriye û gotiğe heke mehmiz bi derengî bikevin perwerdehiya li Silêmanî wê asteng bibe û ji bo vê jî Abadî biryara dayina mehmizan standiye.
‘DI PERGALA DAYINÊ DE PROBLEM HEYE’
Muhammed got di navbera Hikûmeta Navendî û Herêmê de li ser pergala dayina mehmizan problem heye û got, ‘’Ji bo şandina mehmizan pêdivî bi mekanîzmayeke guncan heye. Hikûmeta Navendî dixwaze mehmizan bi rêya walîtiyan bide. Lê Hikûmeta Herêmê ya Kurdistanê vê qebûl nake.’’
Muhammed got rêbaza rast ew e ku hikûmeta Iraqê mehmizan rasterast bide wezîrên hikûmeta hermê û muxatab divê hikûmet be.
NÎQAŞÊN HELWESTDAYINÊ DIDIOMIN
Serokê Koma Yekgirtû yê Parlamentoya Iraqê Dr. Musenna Emîn got divê Kurd li bara Bexdayê xwedî yek helwestê bin.
Emîn got têrê nake ku tene parlamenter têbikoşin û wiha domand: ‘’Divê serokkomar, wezîrên Kurd û komên Kurdistanê bi yek helwestê bin. Ji niha û pê de divê werin cem hev û mesajên hevpar bidin.’’
Serokê Enstîtûya Merî Dilawer Eleddîn ku alîgirê PDK’ê ye got, ‘’Kurd di rewşeke ne baş in. Divê bi rengekî xurt xwe ji hilbijartinan re hazir bikin û bibin zêdetir xwedî kursî’ û wiha got ew ne alîgirê vekişandinê ne.
Eleddîn bi domdarî got, ‘’Vekişîna ji pêvajoya siyasî wê bibe xwekuştineke siyasî. Kurd ku bi rengekî xurt biçine Bexdayê, vekişîna siyasî dikarin weke gefekê bi kar bînin.’’