Parlamenta Kantona Baselê, polîtîkayên komkujiyê yên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdistanê dimeşîne, xist rojeva xwe. Parlametnerên SP şîdeta dewleta Tirk şermezark irin û ji hikûmeta Swîsreyê xwestin, navbeynkariyê ji çareseriya pirsgirêkê re bike.
Bi îmzeya Seroka Partiya Sosyalîst (SP) a Kantona Baselê Brîgîtte Hollînger û Parlamntera Kantona Baselê ya SP Ûrsûla Metzger, li ser navê Partiya Sosyalîst belavokek ji çapemeniyê re hat weşandin.
'ŞEREKÎ NAVXWEYÎ DIQEWIME'
Di belavoka çapemeniyê de qewimînên li Kurdistanê weke şerekî navxweyî hatin pênasekirin û hat ragihandin, ku ji ber şerê dewleta Tirk li herêmê dimeşîne, gelek mirovan jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de navê navçeyên ku qedexeya derketina derve lê hatin ragihandin û êrîşên dewletê li van deran tên kirin hatin nivîsandin û hat destnîşanirin, ku şerê diqewime, binpêkirina mafên mirovan a ti carî nayê qebûlkirin e.
'OPERASYONÊN LEŞKERÎ YÊN GIRAN ZEXTA KOÇBERIYÊ DIKIN'
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku ji ber bûyeran bi hezaran Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Swîsreyê dijîn di nava fikar û endîşeyan de ne û hat destnîşankirin, ku bi operasyonên giran ên leşkerî re zexta koçberiyê li ser gel tê ferzkirin.
'DIVÊ HIKÛMETA SWÎSREYÊ BIKEVE NAVBERÊ'
Di pêşnûme biryara ku li gel daxuyaniya çapemeniyê hat weşandin de hat ragihandin ku bûyerên li Kurdistanê diqewimin li Swîsreyê rê li ber fikarên mezin vedikin û hat gotin ku divê Hikûmeta Federal a Swîsreyê li dijî qewimînên li Kurdistanê bi bikaranîna têkiliyên dîplomatîk re tevkariyê li çareseriya pirsgirêkê bike.
Herî dawî hêvî û bendewariya vegera li maseya çareseriyê hat nivîsandin û komkujiyên dewleta Tirk li hemberî gelê sivîl dike, hatin şermezarkirin.