'Parîs ji bo meş û mîtîngê amade ye'

Hevserokê CDK-F Vedat Bîngol û endama Jinên Ciwan ên Azad Bermal Botan jib o meşa 6'ê Çileyê ya li Parîsê banga tevlîbûnê kirin.

Di salvegera 5. a komkujiya Parîsê de ku 9'ê Çileya 2013'an sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li paytexta Fransa Parîsê hatin kuştin, 6'ê Çileyê wê li Parîsê meş û mîtîngeke mezin bên lidarxistin.

Hevserokê Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Fransayê (CDK-F) Vedat Bîngol diyar kir ku amadekariyên komîteya amadekar ên ji bo çalakiyê qediyane û got, "Di ser komkujiya Parîsê re pênc sal derbas bûn. Kurdistaniyên li Fransa û gelemperiya Ewropayê dijîn, bi rengekî bê navber lêgerîna xwe ya li edaletê dewam kirin. Bi dîtina me, kiryarên komkujiyê eşkere ne. Ji xwe Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi weşandina belgeyên şênber ên Rêxistina Îstîxbarata Tirk (MÎT) re raxist pêş çavan ku komkujî ji aliyê MÎT'ê ve hatiye kirin. Dewleta Fransayê ji ber ku gavek ji bo ronîkirina komkujiyê neavêtiye, dilê Kurdan şikandiye. Em ê di salvegera 5. de li dijî vê helwesta ne hiqûqî û bê edalet, dengê xwe hê bilind bikin."

Bîngol diyar kir ku di serî de Partiya Komunîst a Fransayê 34 saziyan ji bo meş û mîtîngê banga tevlîbûnê kirine û ji Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn xwest, roja Şemiyê daxwaza edaletê biqîrin.

BOTAN: DIVÊ CIWAN BI XURTÎ TEVLÎ MEŞÊ BIBIN

Endama Jinên Ciwan ên Azad Bermal Botan jî got, "Leyla Şaylemez (Ronahî) ji bo me jinên Kurd ên ciwan semboleke mezin e" û bang li hemû ciwanên li Ewropayê dijîn kir ku 6'ê Çileyê roja Şemiyê li Parîsê serî hildin û hesab ji kujeran bipirsin.