Parêzkarên şaredarê AKP’yî ku êrîşê Aygul kir, hatin berdan

Biryara berdana du parêzkarên şaredar ku li Tetwanê êrîşê rojnamevan Sînan Aygul kir, hat dayîn. Aygul diyar kir ku piştî biryarê êdî ewlehiya jiyanî ya tu kesî nîn e.

17’ê Hezîranê li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê, du parêzkeran çekdar ên Şaredarê Tetwanê yê AKP’yî Emîn Geylanî êrîşê Serokê Cemiyeta Rojnamevanan a Bedlîsê Sînan Aygul kir û bi giranî birîndar kir.  Rûniştina doza ‘’Birîndarkirina bi hemd’’ a ku li Polîs Engîn Kaplan û parêzkar Yucel Baysali hat vekirin, li Dadgeha Ceza ya Esliye ya 2’yemîn a Tetwanê hat kirin.

Gelek nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, rojnamevan û parêzer tev li rûniştinê bûn. Bersûc Kaplan û Baysali ji Girtîgeha E ya Bedlîsê bi pergala deng û dîmen (SEGBÎS) tev li rûniştinê bûn. Sînan Aygul û parêzerên xwe jî li salona dadgehê amade bûn. Bersûcên girtî îdia kir ku Aygul heqaret li wan û Tayyîp Erdogan kiriye û Aygul êrîş biriye ser wan.

 ‘ÇETEYA RANTÊ YA ŞAREDAR KIR’

Rojnamevan Aygul jî got: ‘’Ez li hêviyê me ku bibêjin em poşman in lê qîçên xwe beş dikin. Dibêjin ku min nas nakin lê gava ez diçûm ku hevdîtinê bi şaredar re bikim ya jî gava şaredar dihat serdana min, van kesan bi çente û ava wî digirt. Ne mimkûn e ku min nas nekin. Dibêjin ku çêrê wan kiriye. Lê gava derketina ji diransaz devê di bin bandora anesteziyê de bû û tampon jî hebûn. Nê çêr lê min nedikarî biaxivim. Jixwe piştî êrîşa ewil stûyê min jidand û got: ‘’Got yê di der heqê Geylanî de binivîse wê dawiya wî ev be. Min bihîst ku polîs Kaplan jî got: ‘Ez polîs im, bila kes xwe nêz neke.’ Şaredarê Tetwanê Mehmet Emîn Geylanî û çeteya rantê ya li dora wî ji ber ku nivîsîna min aciz bûn, ev êrîş bi awayekê plankirî hat kirin û yê êrîş daye kirin şaredar bixwe ye.’’

ÊRÎŞKAR HATIN BERDAN

Piştî guhdarîkirina li parastina parêzeran, dadgehê ji ber sûcê bersûc tên sûcbarkirin, rewşa heyî ya delîlan, qewila bersûc girtî mane, berhevkirina delîlan’’ biryara berdana êrîşkaran da.  

 ‘ÊDÎ TU EWLEHIYA MIN A JIYANÎ NÎN E’

Aygul ku piştî rûniştina dozê daxuyanî da, got ku tu ewlehiya wî ya jiyanî nemaye û wiha axivî: ‘’Wijdanê gel bi vê biryarê ser û bin bûye. Tiştekê ez bibêjim nemaye. Spasiya her kesî dikim.’’