Parêzerên Rêberê Gelê Kurd careke din serî li dozgeriyê dan

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo karibin bi rengekî lezgîn muwekîlê xwe bibînin, careke din serî li dozgeriyê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rêzan Sarica, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Serbay Koklu ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Malbat, wasî û parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 15'ê Adarê dema belavbûna îdîayên li ser tenduristî û ewlekariya Abdullah Ocalan û vir ve daxwaza 'hevdîtina lezgîn' dikin.

Li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) jî 2 serlêdan hate kirin.

Parêzeran piştî 8 salan yekemcar di 2'ê Gulana 2019'an de, herî dawî jî heman salê 7'ê Tebaxê karîbûn muwekîlên xwe bibînin.

Li ser nerazîbûna raya giştî, destûr dabûn ku Rêberê Gelê Kurd 25'ê Adarê bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re biaxive, lê ev axaftina bi telefonê piştî çend deqeyan hatibû birîn.