Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina hefteyî ya asayî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, Rezan Sarica û Huseyîn Bogatekîn, ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina hefteyî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ger Rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê bersiveke erênî bide parêzer dê sibê biçin Îmraliyê.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê tîrmeha 2011'an heya niha (490 rojin) nikarin bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin û serlêdanên wan bi hincetên ji cidiyetê dûr û pûç yên weke "keştî xirabûyî ye", "rewşa hewayê", "keştî di tehmîrê de ye", "belge kêmin" û "betlaneya fermî ye" tên astengkirin.