Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin

Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo hevdîtina heftane bi muwekilê xwe re pêkbînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Rezan Sarica, Cengîz û Mazlûm Dînç ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina asayî a heftane pêkbînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ger Îdareya Girtîgeha Îmraliyê bersivek erênî bide parêzeran, çav lê ye parêzer sibe biçin Îmraliyê.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve di hemû serlêdanên ku kirin de bi hincetên “Keştî xirabe ye”, “muxalefeta hewayê”, “keştî di tehmîrê de ye” û “keştî ji tehmîrê vegerî lê ewraq kêmin” tê astengkirin.