Parezerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Parezerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  Rezan Sarica, Cengiz Yureklî, Mazlum Dînç û Mehmet Devran Devrim, ji bo bi muwekilên xwe Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Dozgeriya Komara Bursayê dan. Ger ku dozgerî serlêdanê erênî bike parêzer dê sibê biçin Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  re hevditin bikin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an çûbûn Îmraliyê. Piştî wê heta niha hemû serlêdanên parêzeran bi sedemên cuda hatin redkirin. Parêzerên Ocalan 2 sal û 132 rojin nikarin biçim Îmraliyê. Her tim bi hinceta keştî xerabe ye, rewşa hewayê nebaş e û destûra fermî ye çûna parêzeran tê astengkirin.