Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li rayedaran dan

Parêzerên Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Cengîz Yureklî, Nevroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ji bo dîtina muwekîlê xwe careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzeran herî dawî di 7'ê Tebaxa 2019'an de karîbûn muwekîlê xwe bibînin û ji hinî ve serî li rayedaran didin, lê belê bersivê nikarin werbigirin.