Parêzerê Ocalan, Erol: Divê tecrîda li Îmraliyê derhal bê rakirin
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Faîk Ozgur Erol da xuyakirin, ku heta Ocalan azad nebe, ne pêkan e pêvajoyeke nû ya aştiyê dest pê bike.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Faîk Ozgur Erol da xuyakirin, ku heta Ocalan azad nebe, ne pêkan e pêvajoyeke nû ya aştiyê dest pê bike.
Li bajarê Graz ê Awûstûryayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li ser tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civîneke gel lidar xist. Civîn li avahiya navendê pêk hat û ji parêzerên Ocalan Faîk Ozgur Erol weke qiseker beşdar bû.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê, Erol dest bi axaftinê kir û anî ziman, ku 17 sal in li girava Îmraliyê tecrîd heye. Erol got, "Ji 15'ê Tîrmehê û vir ve AKP'ê li hemû girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê dest bi tecrîdê kiriye."
'PÊVAJOYEKE NÛ YA AŞTIYÊ BI AZADIYA OCALAN DIBE'
Erol li ser jiyana rojane ya Ocalan a li Îmraliyê agahî da û got, "Divê tecrîda li Îmraliyê derhal bê rakirin. Heta ku Birêz Ocalan azad nebe, ne pêkan e pêvajoyeke nû ya aştiyê dest pê bike."
Civîn bi pirsên beşdaran û bersiva parêzer Erol, qediya.